Radyoya Çira Şengalê ku piştî fermana 74’an ava bû, pênc sal in hewl dide bibe dengê civaka xwe.

Radyoya Çira Şengalê di 7’ê Mijdara 2015’an de li çiyayê Şengalê ava bû.

Piştî fermana ku DAÎŞ’ê li Şengalê rakir û civaka Êzidî ya li Şengalê ji warê xwe dûr ketin, radyo hewl da bibe dengê civaka xwe, êş, azad û daxwazên civakê ragihîne.

Bi wesîleya salvegera 5’an a damezrandinê yek ji rêveberên Radyoya Çira Şengalê Nesrîn Şengalî qala karê xwe kir:

“Em destpêkê salvegera 5’an a damezrandina Radyoya Çira Şengalê li mamê civaka Êzidî (Mam Zekî Şengalî), cangoriyan û civaka xwe pîroz dikin. Di salvegera 5’an a damezrandina Radoyaya Çira Şengalê de em soz didin gelê xwe û şehîdên azadiyê ku li ser rêbaza azadiyê, ji bo parastin û pêşvebirina nirxên civakê bi hemû hêza xwe karê xwe bidomînin.”

Nesrîn Şingalî di berdewamiya axaftinên xwe de wiha pêde çû; “Ji dema damezrandina radîo heya niha radyo û xebatkarên wê bi gelek astengiyan re rû bi rû man. Ji ber ku hem heremê Şingalê di bin embargoya her dû hikumetan de ye weke hukumeta îraq û ya heremê kurdistanê, hem jî wekî xebatkarekî ragihandinê kû jin bî jî gelek astengî dikşînî. “

Endama rêveberiya Radîo Çira Şingalê Nesrîn Şingalî got, “Beriya fermanê kesekî bi xwestek û li ser esasê ku dengê gelê me ragihîne nebû. Raste ragehandin li Şingalê hebûn, radyo jî hebû, kovar, rojname û enternet jî hebûn, lê belê hemû hizbî bûn û tenê hinek kes ku tarîf û temsîla hizbê bikîran tê de kar dikirin û li gora berjewendiyên hizban xizmeta hizbên xwe dikirin. Berjewendiya gel ji xwe re nedikirin armanc. Ev nêzîkatî wisa bû ku li nav gel de hişyarî û rêxistinêkî ku vîn bunê pêş bixe derneket. Yek ji sedemên ku bi wî awayî fermana ser gelê me pêk hat, ne hişyarbûna  gel û nêzîkbunên hizbî bûn. Li aliyêkî jî hikumeta navendî ne di xema gelê me de bû û gel bi xwe jî wekî ku her kes dest ji xwe berdabin û yê tiştêk neqewime nêz dibû. Ji ber  ku li Rojavayê Kurdistanê nêzî 4 sal bû ku têkoşîna li hemberî DAÎŞ’ê dihate meşandin, lê me digot qey me elaqedar nake, ji ber wî em xemsar nêzî guhertinên derdora xwe û gelê xwe bûn. Gava ferman jî çêbu em hemû matmayî mabûn.”

Nesrîn Şingalî nirxandinên xwe wiha domand; “Di dema fermanê de tenê hêzên Rojavayê Kurdistanê wekî YPG û YPJ û gerîllayên HPG bi hawara me ve hatin. Civak jî bi alîkariya wan bi hêza fikir û felsefeya Rêberê Gelan Birêz Ebdullah Ocelan xwe birêkxist û sazî, rêveberî û meclîs û akademiyên xwe ava kirin.”

Şingalî got ji bo ku ev vîna bi rêxistin bûyi dengê xwe jî bikare di xebatên avakirinê re hemwext derxînê, pêwîstî hate dîtin ku radîo bê damezrandin. Nesrîn Şingalê got, di damezrandina Radîo Çira Şingalê de heval Zekî (mamê civaka êzîdî) rolêkî pir mezin lîst û her tim hewil da radîo bibê dengê gel û pêşxistina çand, nasname û vîna azad ya gelê bi rêxistin bûyî, ji bo wê jî em her tim deyîndarê xebata mamê xwene.

Şingalî li ser tesîr û bandora radîo jî wekî karêkî ragehandina ji bo civakê nirxand û wiha pêde çû; “Raste em wekî Radîo Çira Şingalê nikarîn hemû beşên civakê temsîl bikin û hemû rastiyan bibinin, bidin û bibîn bersîva hemû daxwazên gel, lê belê bi qasî hêza xwe em hewl didin bibin dengê rasteqîna gelê xwe û bawerî û çanda wî û li ser şopa heqiqetê bimeşin.”

Nesrîn Şingalî di dawiya axaftina xwe de jî vana anî ser ziman: “di 25’ê Nisan’a 2017’eyan firokeyên dewleta Tirk a dagîrker Radîoya Çira Şingalê kir armanca xwe û radîo bi temamî xira kir, ev jî wî rastiyê nîşan dide ku tesîrekî erênî ya Radîo Çira li ser civakê heye ji ber ku rastiyan digihîne civakê. Ji ber vê yekê jî dewleta tirk a dagîrker hewl da bi êrişkirina ser radîoya me fermana ku daîşê dest pêkir bigihîne encamê. Li aliyêk din jî divê ev rastî jî bê dîtin ku li ser herêma me embargoyekî her dû hikumetên navendî û herêma Kurdistanê jî heye. Ev jî raste rast li ser karê radîo bandor kiriye, lê cardin li 5emîn salvegera damezrandina Radîo Çira Şingalê de em soz didin gelê xwe ku emê bi hemî hêz û baweriya xwe şopdarên rastiyan bin û ji bo pêşxistina çand û nasnameya gelê xwe bi israr bin, kar û xebat bimeşînin. Cardin 5’emîn salvegera damezrandina Çira şenglê li hemû şehîdan û malbatên wan, li gelê me û li hemû guhdarvanan, heval, dost û xebatkarên radîoyê pîroz dikim.”