Rûsyayê roja Şemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Azerbaycanê agirbest binpê kiriye. Di heman demê de di daxuyaniya xwe ya din de, îşare bi wê yekê kir ku Azerbaycan hêzên xwe li nêzîkî gundê bi navê Farûh vekişandiye.

Rêveberiya Bakûyê Rûsya derewand û diyar kir ku ew ji gund venekişiyane.

Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê di dema ketina hêzên Azerbaycanê de derbarê çalakiyên hêzên aştîparêz ên Rûsî daxwaza lêkolînê kir.

Wezaretê di daxuyaniya dayî de ragihand: “Em li bendê ne ku yekîneya aştîparêz a Rûsyayê li Qerebaxê ji bo bidawîkirina ketina leşkerên Azerbaycanê di bin berpirsiyariya hêzên aştiyê de gavên berbiçav bavêje.”

Rageşiya nû hemwextê şerê Rûsyayê li ser Ukraynayê hat.

Herêma Qerebaxa Jorîn ku Ermenî lê serwer bûn û hikûmeta Erêvanê piştgiriya wê dikir, dema Yekîtiya Sovyetê hilweşiya, ji Azerbaycanê veqetiya. Di vî şerê salên 1990’î de zêdetirî 30 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan û bi sed hezaran kes jî di bin koçberiyê de mabûn.

Di payîza sala 2020’an de di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de şerekî şeş hefteyî dest pê kir ku Tirkiyê rasterast piştgirî da wan. Di şerê kontrolkirina Qerebaxa Jorîn de 6500 kesan jiyana xwe ji dest dan û Ermenistan di şer de bin ket.

Peymana ku di encama navbeynkariya Rûsyayê de hatibû çêkirin, Azerbaycanê erdek girîng bi dest xist, lê Moskowayê ji bo aramiyê biparêze kontenjana 2000 leşkerî şand Qerebaxê.