Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi boneya salvgera yekemîn a şehadeta endamê xwe Fîraz Dag daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

“Piştî êrîşa 25’ê Nîsana 2017’an a li ser çiyayê Qereçoxê ku 20 rêhevalên me gihiştin asta şehadetê Rêheval Fîraz Dag (Mehmet Aksoy) bi ruhekî seferberî û şoreşgerê pêşeng ê gel derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û tevlî nava xebatên ragihandin-çapemeniya YPG’ê bû. Rêheval Fîraz Dag di dîroka 26’ê Îlon 2017’an de di şopandina pêngava dîrokî a rizgarkirina bajarê Reqqayê de gihişt asta şehadetê.

Yek ji rastiya Kurd û Kurdistaniyan ew e ku; her tim bi komkujiyan ve rû bi rû mane. Lewma koçî welatên xerîb bûyîn ji wan re hatiye ferzkirin. Bêguman di salên 90’an de ji ber welatparêziyê gelek malbat koçî derveyî welat bûn. Êdî ev yek bûbû rastiyekî di welatê me Kurdistanê de. Lê dîsa jî bona ku polîtîkayên dijmin yê tunekirinê aliyê çandî-fizîkî de vala derbixin gelên me ku koçî derveyî welat bûbûn tu caran dev ji doz, tekoşîn, çand û zimanê xwe bernedan. Malbata Mehmed Aksoy bi nasnav Fîraz Dag jî yek ji wan malbatan ku di salên 90’î de li bajarê Bakurê Kurdistanê Meletî koçî derveyî welat bûbûn. Rêheval Fîraz di temenê xwe yê zaroktî de rastiya welatê xwe û dijminê xwe nas dike û li ser vê bingehê şêwazê jiyanê wekî tekoşînkirinê ji xwe re esas digre. Tekoşîna xwe di aliyê hunerî ango sinemayê de dimeşîne. Ji bo ku rastiya welatê xwe û tekoşerên welatê xwe bi cihanê bide nasîn kamerayê xwe her tim pêxistî dihêle. Di tevahî çalakiyên ku li derveyî welat çêdibû, Rêheval Fîraz di rêza herî pêş de cihê xwe digirt. Bi kurtasî; bi ruhê netewî û welatparêziya bêdawî jiyana xwe didomîne.

Li dema ku 25’ê Nîsana 2017’an de li ser çiyayê Qereçoxê êrîşên dewleta Tirk a dagirker pêk tê tevî sê endamên Ragihandina YPG-YPJ’ê 20 rêhevalên me digihîjin asta şehadetê. Di ev êrîşa xedar de Navenda Ragihandina YPG’ê tê rûxandin. Endamên herî pispor di vê karê de bû wek Rêheval Heqî Bagok, Şîlan Botan û Rêwan Gênco şehîd ketin. Ji bo ku rastiya şoreşê û berxwedaniya şervanan ji raya giştî re were ragihandin diviyabû şûna wan hevalan were dagirtin. Her çiqas endamên ku ji êrîşê rizgar bûbûn soza vê yekê dabûn jî diviyabû hîn kes pispor di vê karê de cihê xwe bigrin. Rêheval Fîraz bo ku cihê wan hevalan dagire û şoreşê welatê xwe bigihînê her kesekî li ser rûyê erdê dijî bide nîşandan. Di 17’ê Hezîrana 2017’an de derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Rast be rast beşdarî nava Ragihandina YPG’ê bû. Bi derbasbûyîna xwe ve hazkirina xwe xist di dilê hemû hevalên xwe de. Bi rûyê xwe yê ken hişt ku bibe geşedana jiyana hevalên xwe.

Gava ku pêngava dîrokî a rizgarkirina bajarê Reqqayê rêheval Fîraz bi israrkirinekî mezin xwest beşdarî vê pêngavê bibe. Bi kelecanekî mezin û xwedî iddayên giring ve di pêngava rizgarkirina bajarê Reqqayê de cihê xwe girt. Her çendin ev ezmûnê yekem ji bo heval Fîraz jî bû lê di tevger û sekna xwe de raber dikir ku mirovekî salane şervantiyê di qadên şer de dike. Her kêliyê şervanan bi kamerayê xwe ve dixist nava dîrokê de. Ji ber ku têgihiştî bû yek kêlî jî kamera xwe nevemirand. Her û her bi kamera û çeka xwe ve nava kolanên Reqqayê de şopên dîrokê bi belge dikir. Di şopandina pêngava rizgakirina bajarê Reqqayê ku çeteyên DAIŞ’ê wekî paytaxta xwe ragihandibûn de Rêheval Fîraz di êrîşêkî xedar de, di oxira şopandina heqîqet û azadiya welatê xwe de gihişt asta şehadetê. Bi şehadetê xwe ve cardin da xuyakirin ku; çi dibe bila bibe Kurd û Kurdistanî li her derî, her qadê, her cihekî ku êrîş li ser wê tê de tekoşînê wekî şêwazê jiyankirinê esas bigre.

Em wekî Navenda Ragihandina YPG’ê di şexsê Rêheval Fîraz de Rêwan, Şîlan, Heqî, Xerîb û tevahî şehîdên xeta ragihandina azad ku di oxira heqîqetê derxistina holê û berxwedaniyên dîrokî gihandina raya giştî de şehîd ketine bibîr tînîn. Di şexsê wan hevalan de cardin soza xwe nû dikin ku rastî û heqîqetê derxînin holê, ew oxira ku ew gihiştibûn asta şehadetê heya dawî jî emê li ser bimeşîn û bi kamera û pênûsa wan ve rastiyê ji tevahî cihanê re bidin nîşandan. Em careke din sersaxî bi taybet ji malbata Rêheval Fîraz, rêhevalên wî yên tekoşînê û tevahî gelên Kurdistanê re dixwazin.”