Hevseroka DBP’a Amedê Naşîde Toprak diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sîstematîk didome û got: “Bi tecrîdê re girêdayî kaosa li Tirkiye û Rojhilata Navîn jî didome.”
Di 11’ê îlona 2016’an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re birayê wî Mehmet Ocalan hevdîtin pêk anî û piştî wê tu hevdîtin nehat kirin. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev sê sal e bi awayekî girankirî didome. Parêzeran di vê pêvajoyê de 781 carî serlêdana hevdîtinê kir. Lê bi hincetên ‘koster xerabe ye’, ‘rewşa hewayê’ hat astengkirin.
Hevseroka DBP’a Amedê Naşîde Toprak, li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin kir.
‘LI ÎRMALIYÊ PERGALEK NÛ AVA KIRINE’
Toprak da zanîn ku tecrîd di hiqûqa gerdûnî de tine ye û nayê qebûlkirin jî û wiha axivî: “19 sale bi awayek sîstematîk tecrîdekî girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, divê tecrîd tenê weke tecrîd neyê nirxandin. Li Îmraliyê pergalek nû avakirin û ev pargal ji tecrîdê girantir e. 19 sal e, ev pergal bi sîstematîk li ser tevahiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê tê meşandin. Bi destpêka vê pergalê xwestin têkiliya Rêber Ocalan bi civakê re bibirin. Bi kamereyan 24 saeta Rêber Ocalan şopandin, mafê rojname, radyo, telefon û hevdîtinê birîn û xwestin diwarek di nava civakê û Rêber Ocalan de danîn.”
‘TIRKIYE DI NAVA TECRÎDÊ DE YE’
Toprak anî ziman ku piştî hewldana derbeya leşkerî, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete pêvajoyek din ya herî giran û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê û Kurdistanê derbe li dijî Kurdan hate kirin û tecrîda li ser Rêber Ocalan girantir bû. Dibin siya Rewşa Awarte de Hevserokên HDP’ê yên demê, wekîl, Hevşaredarên Kurd û bi hezaran siyasetmedarên Kurd xistin girtîgehan. Ev pergala di şexsê Reberê Gelê Kurd de û avakirin niha jî li tevahiya Tirkiyeyê belav dikin û Tirkiye di nava tecrîdekî girankirî de ye.”
‘RAMANÊN MÎLYONAN NAYÊ TECRÎD KIRIN’
Toprak bilêv kir ku dewelet bi tecrîdê dixwaze pêşiya ramanên Ocalan bigre û wiha dom kir: “Birêz Ocalan ne kesekî ji rêzê ye. Birêz Ocalan Rêberê Gelên Kurdisanê ye û bi milyonan ew weke rêber û îradeya xwe ya siyasî destnîşan kiriye. Ji bo vê pêşî li raman û îradeya mîlyonan nayê girtin. Aştî nayê tecrîd kirin. Tirkiye û hikûmeta wê ji ramanên Rêber Ocalan ditirse, ji ber ramanên Ocalan ramanên aştiyê û aramiya xaka Rojhilata Navîn e. Ji bo vê yekê j idi tecrîdê de israr dikin.”
‘JI BO AŞTIYA TIRKIYEYÊ DIVÊ TECRÎD RABE’
Toprak bal kişan li ser rûl û mîsyona Ocalan ya di aştiyê de û got: “Zêdetirî 3 sal e, li Tirkiyeyê hemû riyên siyaset û aştiyê hatine xitimandin. Eger hevdîtin bi Rêber Ocalan re pêk bê, tevahiya gerdûnê dizane di nava sê saetan de wê Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn bigihe aramiyê. Ji bo vê yekê divê demildest tecrîda girankirî rabe û riyên diyalogê bên vekirin.”
‘CPT JI MÎSYONA XWE DUR E’
Toprak, bertek nîşanî helwesta CPT ya li dijî Îmraliyê da û wiha got: axaftina xwe dawî kir: “CPT’î mijara tecrîda li ser Ocalan de mîsyona xwe bi cih nayne. Berî sê salan CPT’î hate Îmraliyê û lêkolîn pêk anî. Lê belê piştî salan û vir de rapora xwe li ser daxwaza Tirkiyeyê aşkera kir. Ev helwesta CPT’î nayê qebûl kirin û divê CPT’î demildest li mîsyona xwe xwedî derkeve.”