Ramazan Algan ê 60 salî yê di Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa L a Amedê de, piştî 30 salan ji girtîgehê derket.

Algan ku di sala 1993’yan de ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve hatibû girtin û cezayê muebedê lê hatibû birîn, bi dorê li Mêrdîn, Dîlok, Yozgat, Şirnex, Rîze û herî dawî jî li Amedê di girtîgehê de ma.

Algan ku duh hat berdan, li ber girtîgehê ji aliyê malbata xwe û xizmên xwe ve û rêveberên TÛAY-DER û MED TÛHAD FED’ê, Hevşaredarê Silopiyayê Suleyman Şavlûk û Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz ê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin ve hat pêşwazîkirin.

Piştî pêşwaziyê Algan tevî malbata xwe ber bi warê xwe Silopiyaya Şirnexê ve bi rê ket.