Ramazan Îldem, di Tîrmeha 1993an de, li navçeya Mêrdîn Qoserê, hat destgîrkirin û li Dadgeha Taybet ya Dewletê, bi behaneya “parçekirina dewletê” bi cezayê muebetê hate ceza kirin.

Piştî ku Ramazan Îldem, 30 salî li girtigêhên cûda hate girtin, doh ji Girtîgeha Bafra Tîpe T hate berdan.

Îldem ji aliyê xizmên xwe ve hate pêşwazî kirin û li ber girtîgehê axaftinek kir û got; Pêwistbû ez di 4’ê Tîrmehê de bihatame berdan, lê komisyona înfazê, berdana min taloq kir. Gelek hevalên mîna min di girtîgehêde bi awayekî ne heqî û ne qanunî têne girtin.

Ramazan Îldem, ligel xizmên xwe, ji Stenbolê çû Mêrdînê.