Komeleya Mafên Mirovan -ÎHD, rapora binpêkirina mafên mirovan ya sala 2022an bi civînek çapemeniyê li Navenda Giştî ya komeleyê eşkere kir.
Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, rêveberê û endamên ÎHD’ê beşdarî civînê bûn.
Sekreterê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Balaban rapor xwend û got; Ji ber înkar û redkirina pirsgirêka kurd û ji ber asîmîlasyon, polîtîkayên ewlehiyê zerarê dide aştiya civakî û pirsgirêk jî nayên çareser kirin. Peymanên navnetewî li dijî îşkence, muameleya xerab û binpêkirina mafan nayên sepandin. Ji bo vê jî binpêkirinên mafan zêde dibin.
Balaban diyar kir ku tiştên niha li welat diqewimin tu ferqa wan ji pêkanînên salên 90’î nîn e. Dewlet jî polîtîkayen xwe yên salên 90’î ji nû ve xistiye dewrê. Ji ber vê jî, zextên li civakê her diçe zêde û dijwar dibin Bi taybetî zexta li girtîgehan zêde dibe û girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû têne hiştin.
Balaban got; Bîlançoya binpêkirinên mafan, di sala 2022an de di asta herî jor de ye, Tenê li girtîgehan 81 kesî jiyana xwe ji dest dane. Di şer û pevçûnên leşkerî a de, 122 polîs, leşker û cerdevan jiyana xwe ji dest dane. 67 kes jî birîndar bûn e. Di şer de, 276 miltanên çekdar jiyana xwe ji dest dane. 9 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û 47 kes jî birîndar bûne. Bi giştî di şer de, 407 kesan jiyana xwe ji dest dane û 114 kes jî birîndar bûne.