Di raporeke Neteweyên Yekbûyî de hate gotin ku DAIŞ’ê “xweguhertina metirsîdar” ber bi torebûneke cîhanî ya veşartî ve didomîne û gefan li ewlehî û aştiya navneteweyî dixwe. Di raporê de banga xebatên ji bo çareseriyên piralî û berfireh li Sûriye û Iraqê hate kirin da ku ji ber sûcdariya koletiya cinsî ku DAIŞ’ê der heqê gelê Êzidî de pêk aniye, nefilite.
Wekîlê Sekretêrê Giştî yê Buroya Dijterorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Vladimîr Voronkov hişyarî da ku tevî têkçûnên leşkerî yên cidî yên DAIŞ’ê, lê hêjî nêzî 20 hezar çeteyên DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê hene. Voronkov bi taybet diyar kir ku DAIŞ’ê veguhertina metirsîdar ber bi torebûneke cîhanî ya veşartî ve diçe û balê dikişîne ser çalakiyên komên herêmî yên girêdayî wê.
Konseya Ewlehiyê ji bo nirxandina rapora heftemîn a Sekretêrê Giştî yê NY’yê ya girêdayî gefxwarinên DAIŞ’ê li dijî aştî û ewlehiya navneteweyî û xebatên NY’yê ya alîkariya bi dewletên endam re ji bo tunekirina DAIŞ’ê, civîneke vekirî roja pêncşemê li dar xist.
Voronkov di rapora NY’yê de got ku tevî têkçûnên DAIŞ’ê li Iraqê û hilweşîna wê ya lezgîn li Sûriyeyê lê hê jî nûnertiya metirsiyeke girîng dike. Voronkov di berdewama axaftina xwe de got ku xîlafeta DAIŞ’ê rastî têkçûnên mezin hat, lê DAIŞ’ê hê jî xemgîniyeke mezin çêdike û wiha diyar kir: “Ji dawiya 2017’an ve DAIŞ li Iraqê têk çû û li Sûriyeyê bi lez hilweşiya.” Lê Voronkov guman kir ku hejmara çeteyên DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê bêtirî 20 hezar çete ne û got ku hin çeteyên DAIŞ’ê bi çalakî di nava şer û pevçûnan de ne û hin çeteyên din jî di nava civakan de û di nava deverên niştecihbûnê yên alîgiriya wê dikin de, bi cih dibin.
Vladimîr Voronkov piştrast kir ku pergala fermandariya DAIŞ’ê êdî ne navendî ye da ku karibe li gorî ziyanên bi wê bûne tev bigere û guman kir ku cewhera DAIŞ’ê dê li Sûriye û Iraqê berdewam bike. Nemaze ji ber berdewambûna şer û aloziyên girêkok ku gefan li aramiyê dixwe.
Voronkov destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê li Afganistan û başûrê rojhilatê Asyayê û rojavayê Afrîkayê û Lîbyayê hene û hin çeteyên wê li Sînaya Misrê, Yemen û Somaliyê jî hene.
Serokkomarê Afganistanê Eşref Xenî pêşniyar kir ku civîneke payebilind li paytexta Afganistanê di sala bê de were lidarxistin da ku alîkariya pêşxistina stratejîk a herêmî li dijî terorê were kirin û bala xwe bikişînin ser Afganistanê.
Her wiha ragihand ku hatina DAIŞ’iyên biyanî ber bi welatê wî ve kêm bûye û metirsiya xwe ya girêdayî pisporiya çêkirina mayînan anî ziman û wiha domand: “Dibe ku vegera van çeteyan li welatên xwe radîkalbûnê zêde bikin, çi di zindanan de û çi jî di nav civakan de.” û piştrast kir ku dewletên endam hê jî rastî dijwarbûna nirxandina metirsiyên ji aliyê van çeteyan ve tên. Ji ber vê yekê divê stratejiyeke hişk li hemberî vegera van çeteyan were meşandin.
Rêveberê Dezgeha Rêveber a Komîteya Neteweyên Yekbûyî ya Dijterorê Mîşêl Konîngs diyar kir ku şerê cîhanê li dijî DAIŞ’ê û komên alîgiriya wê dikin berdewam e û got ku NY alîkariya dewletên endam di vê derbarê de dike da ku sînorên xwe biparêzin.
Lêkolînera di navenda navneteweyî ya lêkolînên radîkalbûnê û tundiya siyasî de ya fakûlteya King’s College Londonê Ciwana Kok got ku di lêkolînên wê de diyar dibe ku 41 hezar û 490 welatiyên biyanî yên 80 dewletan dilsoziya xwe bi DAIŞ’ê re ragihandine û da zanîn ku ji her 4 DAIŞ’iyan yek ji wan jin û zarok in û ev hejmar beriya niha di komeke terorîst de pêk nehatiye û wiha got: “Em guman dikin ku ev nirxandineke biçûk li hemberî valahiya niha ya agahiyan e.” Kok destnîşan kir ku DAIŞ peywendiyê bi jinan re dike û leşkeriyê pêk tîne.
Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt ku serokatiya rûniştinê dike, got sedemên bingehîn ên derketina van koman hê jî nehatiye çareserkirin û diyar kir ku pêdivî bi xebatên alîkariya bi aştî û lihevhatinê li Iraqê heye û çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê pêk were.
Şandeya Amerîkayê ya hemdem li ba Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley got ku DAIŞ dijminekî nerm e û diyar kir ku welatê wê bi hevkarên xwe re dixebite da ku li Iraq û Sûriyeyê xebatên jinûveavakirinê bi pêş ve bibe, nemaze peydakirina kehrebe û xizmetguzariyê li Reqayê ku di encamê de rê li pêşiya 150 hezar welatiyên Sûriyeyê vedike da ku vegerin bajarê xwe Reqayê. Her wiha soza zêdekirina hevkariyê bi dewletên li dijî terorê dixebitin da.
Şandeyê Rûsyayê Vasîly Nîppensiya piştrast kir ku xebatên li dijî terorê divê li gorî rêzdariya temam a dewletan were meşandin. Her wiha got ku welatê wî hevkariya rêjîma Sûriyeyê dike.
Cîgirê şandeyê Kiwêtê jî pesna xebatên NY’yê da ji bo beşdarkirina şîrketên teknolojiyê pêk bîne û rê li pêşiya bikaranîna înternêtê di mijarên terorîst de bigire.
Her wiha cîgira şandeyê Fransayê banga pêşxistina çareseriyên piralî û berfireh li Sûriye û Iraqê kir da ku ji ber sûcdariya koletiya cinsî ku DAIŞ’ê der heqê gelê Êzidî de pêk aniye, nefilite.