Rayedarên Dewleta Tirk, roja Înê, serlêdana malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, bi behaneyên pûç û ne rast red kirin û hevdîtina malbatan bi xizmên wan re asteng kirin.

Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasîyê wî Mazlûm Dînç,

Birayê Hamili Yildirim Polat Yildirim, Birayê Omer Hayri Konar Ali Konar û Xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan, roja Înê, bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaz kirin ku biçin Îmralî û hevdîtina bi xizmên xwe re pêkbînin.

Lê rayedarên Dewleta Tirk bi awayekî lezgîn û bêyî ku sedemekê nîşan bidin, serlêdana malbatan red kir û hevdîtina bi xizmên wan re asteng kir.

Rayedarên dewleta Tirk hefteya bûrî jî, 808mîn serlêdana parêrerên Rêber Ocalan û giritiyên din yên li Imralî red kirin û hevdîtina parêzeran bi muwekîlê wan re asteng kirin.