Ji Buroya Hiquqê ya Sedsalê û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, doh 783emîn car serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwazî kirin ku biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin.
Rayedarên Dewleta Tirk, serlêdana Parêzerên Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, bi behaneyên pûç û ne rast red kirin û hevdîtina li Imralî asteng kirin.
Dewleta Tirk, ji 27ê Temûza 2011’an û vir ve, 7 sal û 28 roj in hevdîtina parêzeran ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re asteng dikin.
Nobeta “ji bo azadiya Ocalan” jî, ji 25ê Hezîrana 2012an ve, li bajarê Fransa Strasborugê li ber avahiya Konseya Ewropa û CPTê, 6 sal in, bê navber dewam dike.