Rêber Ocalan dibêje; Di 31’ê Tebaxa 1996’an de, li ser banga PDK’ê, hêzên rejîma BAASê Hewlêr dagir kir. Hingî serkirdeyên YNK’ê Hêro Îbrahîm û Fuad Mehsum ji aliyê PDKê ve dîl hatin girtin. PDKê jî biryara kuştina wan dabû.

Rêber Ocalan, derbarê bûyerên 31’ê Tebaxê de gotibû; Beriya êrişê, 2 wezîrên Tirkiyê çûne Bexdayê û hevdîtin pêkanîn. Ji gotinên wezîran diyar bû ku, beriya êrişa li ser Hewlêrê, peywendiya PDK’ê li gel Iraq û Tirkiyê hebû. Tirkiyê jî piştgiriya êrişa Iraqê kir.”

Şahidên bûyerê jî gotin: PDK’ê biryara kuştina Hêro Îbrahîm, Fuad Mehsum û berpirsên din ên YNK’ê dabû. Piştî çend rojan Fuad Mehsum li ser radyoya Dengê Iraqê daxwaza alîkariyê kir.

Piştî vê bangê, Rêber Abdullah Ocalan, bi riya nûnerê wê demê yê PDK’ê yê Şamê peyamek hişyariyê ji serkirdayetiya PDK’ê re şiyand û got; Divê serkirdeyên YNK’ê yên di destê PDK’ê de parastî bin.

Piştî peyama Rêber Ocalan bi çend rojan, serkirdeyên YNK’ê hatin berdan.

Rêber, Abdullah Ocalan di hevpeyvîna li gel Rojnameya Şerqil Ewset ya Erebî de jî diyar dike ku ew amadeye navbeynkariyê bike û dibêje; Em wekî PKK’ê rola navbeynkarî û aşitiya navbera her du aliyan dilîzin. Em yekîtiyek demokratîk û netewî ji bo Kurdan esas digirin. Di dîrokê de jî, şerên di navbera aliyan de ziyanek mezin daye gelê me. Em dixwazin ev alozî bi yekîtiyê û hemahengiyê were çareserkirin.

Aloziyên navbera PDK’ê û YNK’ê beşeke ji aloziyên di dîroka têkoşîna gelê Kurd de wek rêbazek berdewam e. Lê derketiye holê ku ev rêbaz ti sudê nade Kurdan. Demek dirêje em vê xalê wek nêrîna xwe ya siyasî tînin ziman.

Rêber Ocalan wiha dewam dike: Heya niha li gel her du aliyan li ser bingeha dostaniyê peywendiyên me hene. Em dixwazin ev peywendiyên me ji bo rawestandina aloziya navbera her du aliyan be û di warê erênî de bikarbînin. Ti nêzîkatiyek me ya wisa nine ku em li gel aliyek dijberiya aliyek din bikin. Ger me wisa bikiraya me dikarî hîn zû aliyek din tine bikin. Lê em vê yekê rast nabînin û perwerane nabînin.

Ji bo yekîtiya nava aliyan de pêk be, em hewildanên xwe zêdetir dikin. Lê her dsu alî di aliyê nerênî de israr dikin. Em vê yekê rats nabînin. Em ê xwe nêzî aliyên ku xwedî helwesta erênî ne dikin. Ne tenê PDK û YNK , belkî gelek eşîr, rêkxiraw û sazî hene ku em dikarin peywendiyên xwe li gel wan bipêşbixin. Yekîtiya Kurdan armanca me ye.

Li ser pirsa rojnamevan ku got; Egere YNK vegere deverên ku di 31’ê Tebaxê de ji destdabûn, wê PKK piştgiriya YNKê bike? Rêber Ocalan got; YNK xwedî wê hêzê ye ku vegera wan deverên ji destdayî. Ew biryar ya YNK’ê ye. Lê eger hun ji me dipirsin, em li gel wê yekê de ne ku pirsgirêk bi riya giftûgoyê were çareserkirin, ne bi şer. Şerê hêêzn Kur dji bilî zerarê tiştkeî nadin gel-