Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê diyar kir ku referandûma 25’ê Îlonê sedemê sereke ya bûyerên 16’ê Cotmehêye û got; “Divê hesab ji kesên bûne sedema bûyeran were xwestin û gel wan ceza bike.”

Îro yekemenîn salvegera bûyerên 16’ê Comteha ya ku ji aliyê Heşdî Şebî û Artêşa Iraqê ve êrîşî Xurmatû, Kerkûk û herêmên din ên bi nakok hatiye kirine. Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ev pirs tê kirin’Encama referandûmê destkeftî bû yan windakirin’ û wiha tê gotin, “Beriya salekê weke îro desthilata Kurdî bi awayekî neexlaqî û neyasayî li Başûrê Kurdistanê beşek mezin a xaka Herêma Kurdistanê ya bi navê herêmên bi nakok, di encama êrîşên leşkerî ya artêşa Iraqê û Heşdî Şebî de radestî desthilata Iraqê kir.

“Ew deverên Kurdistanê bi xwîn hezara şehîdan ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin. Lê ev xak gelek bi erzan radestî Heşda Şehbî û hêzên Iraqê hate kirin. Li gorî me ji bo sedemek li pişt van senaryoyan heye. Ew ji nebûna yekîtiya neteweyî ya di nava Kurdan de û nakokiyên di nava partiyên Kurdan ên disthilatdar e. Herwiha nexwendina rewşa Iraqê û rewşa ku herêm têre derbas dibe ye. Dîsan medayên destûra Iraqê di sala 2005’an de li Herêma Kurdistanê deng li ser hate dayîn. Niha li gorî vê destûrê divê Herêma Kurdistanê di warê leşkerî, dîplomasî û aborî de girêdayî desthilata navendî ya Iraqê be.

Li gorî li hevkirin Iraq, Herêma Kurdistanê û hêzên koalîsyonêy a li dijî DAIŞ’ê piştî rizgarkirin Mûsilê pêwîst bû hêzên Kurd vegerî sînorên xwe yê destpêkê ku berê DAIŞ ‘ê bûn. Referandûm sedemê sereke yê bûyerên 16’ê Cotmehê bû. Mixabin gelek şehîd hatin dayîn, gelek mal wêran bûn. Herwiha gelek Kurd koçber bûn. Li Xurmatû çendîn bûyerên dij exlaqî û nirxên mirovahiyê li hember civakê pêk hatin. Bû çanda hêzên kevneperest. Ev jî ji ber pêşxistina zihniyeta neteweperestiyê û mezhebiyê ye. Li van herêman yên desthilatiya wan heyîn bi heman hişmendiyê nêzî pêkhateyên wan herêman bûn.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Li gorî me tu hêz nikarin çareseriyê ji bo rewşa navçeyê diyar bikin û nikarin ji bo van herêma projeyên çareseriyê pêş bixin. Ger ne sîstemekî demokratîk be. Pêwîste bi rêya aştiyê hemû pirsgirêk werin çareser kirin. Ne ku şer û aloziyê pêş bixin. Divê bi rêya demokrasiyê mafê tevahiya pêkhateyan vê dayîn. Bi rêya zilm û zextan çareserî peyda nabe. Pêwîste berpirsê bûyerên 16’ê Cotmehê bên tesbît kirin, lêkolînkirin û ji aliyê gel ve bên cezakirin. Referandûm senaroyek bû ji bo 16’ê Cotmehê û pêwîste herkes vê yekê baş bizane. Ev yek li gorî siyaseta xwe sûd jê hat girin. Ewa ku wê demê hatî kirin pêwîste niha bê lêkorîn kirin û weke sedem jî ji bûyerên 16’ê Cotmehê bên destnişan kirin . Ev yek ji gumana zêde dike ku lihevkrinek di nava hêzan de hebe.”