Hinek malperên Mafên Mirovan yên Îranê şevê din nûçeyek belav kirin û ragihandin ku rejîma Îranê 8’ê Mijdarê 22 kesên ji neteweya Ereb a parêzgeha Ehwazê bi awayeke komî darvekirine.
Li gorî heman nûçeyê kesên ku hatine darvekirin bi îddîaya di êrîşa li dijî tedbîqada leşkerî ya hêzên Îranê ya li Ehwazê de cihgirtine,hatine darvekirin.
Kesên ku hatine darvekirin bêyî agahiya malbatê, bi awayeke veşartî û komî hatine darvekirin.
Hinek çalakvanên Ereb jî ji dezgehên ragihandinê re axivîne û gotin, duh dezgehên îstîxbaratê yên ÎRanê serdana malbatên kesên hatine darvekirin, kirine û agahiya darvekirina zarokên wan dane malbatan.
Her wiha têgotin ku hêzên rejîmê malbatan tehdîtkirine ku şîn ne deynin û ti merasîmek ji bo zarokên xwe lidar nexin.
Li gorî heman nûçeyê wê rejîm cenazeyê 22 kesan radestê malbatê neke.
22’yê Îlonê li dijî tedbîqateke leşkerî ya hêzên Îranê êrîşeke çekdarî pêkhatibû. Di encamê de 24 kes hatibûn kuştin û gelek kes jî birîndar bûbûn.