Zext û girtinên rejîma Îranê ya li ser çalakvan û welatiyên Kurd dewam dike.
Medya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku, rejîma Îranê 8 welatiyên Kurd yên ji bajarên cûda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ceza kirin.
Hat gotin ku 8 welatî, Nasirî Rezayî, Wehîd Çawerwan, Mihemed Hesen Haslî, Ezîm Yadgarî, Sedulah Ayînî, Ferşad Ayînî, Hisên Bapîrwend û Doktor Bextiyar Mihemed Zade, bi behaneya ku tevlî xwepêşandanên şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ bûne, hatine girtin û cezakirin.
Li gor agahiyên hatine dayin. Ezîm Yadgarî û Sedûlah Ayînî bi 10 salan, Hisên Bapîrwend û Ferşad Ayînî bi 2 salan hatine ceza kirin.
Nasirî Rezayî, Wehîd Çawerwan û Mihemed Haslî jî xelkê Awdananê ne û bi şêweyek demkî li girtîgehek Îlamê tên girtin.