Li Girtîgeha Navendî ya bajarê Sine jineke Kurd bi îdiaya ku kesek kuştiye hate bidarvekirin.

Li Girtîgeha Navendî ya Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, îro di saet  04.30’an de jineke Kurd a binava “Şerare Elyasî” hate darve kirin.

Li gorî nûçeya Kolbernews’ê, jina binavê Şerare Elyasî ji beriya 5 salan ji aliyê Dadgeha Îranê ve bi hînceta kuştina kesê bi navê Kawa Xulamî Weysî biryara cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Tevî hewldana malbata Elyasî û rêxistinên mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê jî hate darvekirin..

Rejîma Îranê salane gelek kesan bi hîncetên cuda bi dar ve dike.