Hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li bajarê Pîranşarê ser bi parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê kasibkarên Kurd gulebaran kirin û di encamê de kasibkarekê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya Kolbernews‘ê, îro li herêma Sêçumanî ya Pîranşarê hêzên leşkerî yên Îranê kasibkarên Kurd gulebaran kirine û di encamê de kasibkarekî Kurd jiyana xwe ji dest da.

Hate ragihand ku navê kasibkarê jiyana xwe ji dest dayî Xizr Mofîd ê xelkê gundê Guman ê ser bi Serdeştê ya Parêzgeha Urmiyê ye û bavê du zarokan e.

Li gorî Kolbernews’ê di nava hefteyekê de 11 kolber û kasibkar li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û birîndar kirin.