Generalê Rûsya Sergeya Rûdskoy ê li Moskovayê axivî got: “Hêzên rejîma Sûriye bi desteka hewayî ya Rûsya koma çeteyên DAIŞ’ê û El Nûsra ya berê bi temamî îmha kiriye, parêzgehên Dera, Sûweyda û Kûneytrayê xistien di bin kontrola xwe de.”
General ji bo operasyona li herêmê pênaseya ‘operasyoneke cuda’ kir, diyar kir ku hêzên hikûmetê bejahiyeke bi qasî 3.332 km û 146 herêmên jîngehî xistine di bin kontrola xwe de.
Rûdskoy destnîşan kir ku rejîma Sûriye sînorê di navbera Urdun û Sûriyeyê de jî kontrol kiriye û got: “Ji bo Hêza Aştiyê ya NY’yê xebatên xwe yên li ser platonên Golanê bike merc hatiye afirandin.”
Wezîrê Karê Derve Sergey Lavrov jî daxuyaniyek da û bibîr xist ku bi taybet li herêma Îdlibê ‘dawî anîna terorîstan’ ferz e.