Rêjîma Sûriyê nuqteyên çavdêriyê yên ku dagirkeriya Tirkiyê li Idlibê ava kirine, topbaran dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku, hêzên rêjîma Sûriyê êvara duşemê nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê ku li gundewarên Idlibê ava kirine topbaran dikin, ji ber vê yekê nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê destek ji balafirgeha bargeha Încerlîk a Tirkiyê daxwaze.

Her wiha hate gotin, balafirgehên leşkerî yên Tirkiyê ketin tevgerê.

Derbarê detayên topbaranê agahî nehatin bidestxistin