Hiqûqnasên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin, dorpêça ku rejîma Sûriyê li dijî koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê ferz kiriye, li dijî qanûnên navdewletî yên parastina koçberan e.
iştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kir, şêniyên Efrînê ji ber zilm û zordariya wan berê xwe dan kantona Şehbayê. Rejîma Sûriyê jî ji 20’ê Çileya sala borî de ve dorpêç li ser şêniyên Efrînê ferz kiriye.
Li gor gelek qanûnan, bi taybet qanûnê nevdewletî û qanûna mafên mirovan divê parastina koçberan bê kirin.
Di vê çarçoveyê de hiqûqnasên Bakur û Rojihilatê Sûriyê ji ajansa me re axivîn.
Hiqûqnas Reşîd Mihemed got: “Ji sal û nîvekê ve rejîma Sûriyê dorpêç dijwar li ser şêniyên kantona Efrînê yên koçberî kantona Şehbayê bûne, ferz kiriye. Ji ber dorpêçê, şênî azarên kêmbûna derman û şîrê zarokan dikişînin. Rejîm nahêle nexweş ji bo tedawiyê derbasî bejarê Helebê bibin. Di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.”
Mihemed wiha lê zêde kir: “Rejîma Sûriyê, li ser madeyên ku derbasî herêmê dibin, bacên gelek giran ferz dike.”
Hiqûqnas Hiyan Elî jî tekez kir ku dorpêça ji hêla Rejîmê ve hatiye ferzkirin, qanûnên navdewletî yên taybet ji bo parastina sivîlan bin pê dike û got: “Li gor çepemeniya cîhanê ya mafên mirovan a 1948’an û peymana Lahay 1907’an yên di dema şeran de girîngiyê didin aliyên mirovahî, divê hemû pêdivî ji koçber û penaberan re bên dabînkirin.”
Hiyan gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Bergiriyên ku hêzên rejîma Sûriyê li ser koçberên Efrînê yên li Şehbayê de pêk tîne, ji bo valederxistina berxwedana gel e. Dixwazin fişarê li ser gel bikin da ku herêmê vale bikin û koçberî herêmên din bibin.”