Li Efganistanê ji dema ku Talîban di Tebaxa 2021’an de dest daniye ser desthilatdariyê û vir ve, gelek qedexe li jinan hatin sepandin. Hate hînbûn ku Talîbanê li bajarên Kandahar û Helmand ên li başûrê welêt navend û enstîtûyên perwerdehiyê yên ku Rêxistinên Civakên Sivîl piştgirî dikin girtin.
Li gorî nûçeya NûJINHA’yê herî zêde keçên ji pola 6’an jortir di saziyên perwerdehiyê yên hatine girtin de perwerde didîtin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ya girêdayî Talîbanê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku biryara girtina dibistanên navborî yên li bajarên Helmand û Kandaharê di encama lêkolîna heyetê de hatiye girtin û navendên têkildar hatine agahdarkirin. Ev her du bajar weke wargehên ku bandora Talîbanê lê zêde ye tê zanîn. Sedema biryara girtinê nehate eşkerekirin.