Li gel agirbesta navbera dewleta Tirk a dagirker û Rûsyayê ku li ser Idlibê hate kirin, dewleta Tirk bênavber leşkerên xwe dişîne herêmê. Hejmara leşkerên Tirk ên li herêmên Idlib û Helebê bi cih bûne gihîşt derdora 10 hezar û 300 leşkerî.
Li gorî daxuyaniya Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hêzên hikumeta Sûriyeyê bi fuzeyan bombe li herêmên Kensefra, Fetîra, Bara, Sîfohîn û Fîlefîl ên li başûrê Idlibê barandin ku çeteyên dewleta Tirk lê ne.
SOHR’ê ragihand ku ji bilî vê bombardûmanê di roja 59’emîn a agirbesta Pûtîn-Erdogan de li herêmê bêdengiyeke aloz heye û diyar kir ku dewleta Tirk konvoyeke ji 30 wesayitî ku bi cebilxaneyan tijî bû di 3’ê Gulanê de derbasî herêmê kiriye.
SOHR’ê diyar kir ku konvoyê berê xwe da Keferlosîn a li bakurê Idlibê.
BI HEZARAN WESAYIT DERBAS BÛN
Li gorî daneyên saziya çavdêriyê ji destpêka agirbestê û vir ve rejîma Tirk 2 hezar û 980 wesayit derbasî Sûriyeyê kiriye û bi hezaran leşkerên Tirk bi cih kiriye.
10 HEZAR Û 300 LEŞKERÊN TIRK HATIN BICIHKIRIN
Ji 2’ê Sibatê û vir ve hate ragihandin ku dewleta Tirk 6 hezar û 385 wesayitê leşkerî derbasî “herêma bêçek” kiriye. Hate gotin ku di van konvoyan de bi taybetî, tank, wesayitên zirxî, yekîneyên leşkerî û radar hebûn. Saziya çavdêriyê diyar kir ku di nava vê demê de 10 hezar û 300 leşkerên Tirk li Idlib û Helebê hatine bicihkirin.