Rejîma Tirk dest li ser Şaredariya HDP’ê ya Sarûcanê jî danî. Hevşaredarên şaredariyê duh hatibûn desteserkirin.

Rejîma Tirk bi çarçoweya polîtîkaya qirkerî û dagirkeriyê ya li bakurê Kurdistanê dest li ser Şaredariyeke din a HDP’ê danî. 

Dewleta Tirk a dagirker vê carê jî dest li ser Şaredariya Sarûcanê ya Xarpêtê danî û qeyûmê mêtinger anî ser şaredariyê. Duh Hevşaredarên bajaroka Sarûcanê Bekîr Polat û Canan Tagtekîn hatibûn destgîrkirin.

Bi Sarûcanê re heta niha 46 şaredariyên HDP’ê hatine desteserkirin û tenê 12 şaredarî di destê HDP’ê de mane.