Tirkiyê bi rêya xistina rêkeftinên mirî û ne rewa di rojê ve, dûrîtiya siyasî dimeşîne. Ji aliyekî ve îtiraf bi rêjîma Sûriyê nake û ji aliyekî din ve banga aktîvkirina rêkeftina Edene ya ku bi rêjîma Sûriyê re beriya serdeman bi awayekî ne rewa mohr kiriye, dike. Çavdêrên siyasî ev hewldan wekî iflasa siyaseta hikumeta Tirkiyê li ser astên herêmî û cîhanê wesifandin.

KOBANÊ

Zanyarên(çavdêrên siyasî) aloziya Sûriyê û rêkeftina Edeneyê, dibêjin xistina Tirkiyê rêkeftina Edene ya ku bi Sûriyê re di sala 1998`an de bi awayekî neqanûnî mohr kiriye, iflasa siyaseta Tirkiyê li herêmê û cîhanê rave dike.

Mijara zindîkirina rêkeftina Edene di navbera Enqere û Şamê de piştî hevdîtinên serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan bi serokê Rûsyayê re Vladimir Putin li paytexta Rûsyayê ket rojevê.

Putin di  kongreya çapemeniyê de piştî hevdîtinê, rêkeftina Edene wek nîşaneyekê redkirina avakirina herêma ewle pêşkêş kir. Washington avakirina herêma ewle bi kûrahiya 32 km an pêkêş kiribû beyî ku behsa deteyên avakirinê yan jî hêzên dê çavdêriya herêmê bike yan jî awayên bi rêvebirinê, bike.

Endamê rêveber ê Akademiya Şehîd Cuma El-Nezal, Feyad Şahîn diyar kir ku Tirkiyê li ser asta herêmê û cîhanê di nav iflasek siyasî de ye, piştî desteka wê ya bêsînordar bi DAIŞ‘ê re û binpêkirinên wê li Efrînê, siyasetên wê yên faşîst ji hemûyan re eşkere dike.

Feyad Şahîn wiha domand: “Rêkeftina Edene ji zayînê ve mirî ye. Ew ne qanûnî ye û Tirkiyê bi kaxizên ne rewa dilîze. Ji aliyekî din ve dixwaze rêkeftinê bi rêjîma ku pê îtiraf nake, aktîv bike, ev jî bi xwe iflasek siyasî rastîn e.”

Feyad Şahîn têghiştina gelê Kurd û tevahiya pêkhateyên herêmê bi lîstoka Tirkiyê û dûrîtiya siyasî ya wê y destnîşan kir. Feyad Şahîd diyar kir ku Tirkiyê bi rêya vê rêkeftinê sûcên xwe li herêmê yasayî (qanûnî) bike.

Ji aliyê xwe ve pispora karûbarên Kurdî Jiyan Derwîş got: “Em herêma ewle bi çavdêriya Tirkiyê red dikin. Tirkiyê bi rêya terorên xwe ji destpêka aloziya Sûriyê ve, sînorên me yên ewle binpê dike. Divê cîhana rojavayî bi awayekî cidî li hember sûcên Tirkiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekine.”

Jiyan Derwîş siyasetên Tirkiyê yên sûcdar li Efrînê û bajarê din ên Sûriyê destnîşan kir û wiha domand: “Tirkiyê bi armanca pêkanîna timayên xwe kuşt, talan kir û şewitand.”

Jiyan Derwîş di dawiya gotinên xwe de ev tişt anî ziman: “Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her kes di nav ewlehî û aramiyê de ne. Divê cîhan têbighêje rastiya siyaseta Tirkiyê li herêmê û rê li pêşiya kirinên wê yên neaqil (deraqil) û nemirovî bigire.”

(şx)

ANHA