Endamê desteya serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed bersiva pirsên ajansa me da û da zanîn ku hemleya rizgarkirina Reqayê li ser hin hîmên bingehîn dest pê kir û yek jê rizgarkirina welatiyan ji zordariya çeteyan bû. Mihemed got ku gelek dewletan hewl da hemleyê asteng bikin da ku zordariya çeteyan li ser xelkên herêmê dewam bike.

Girîngiya Reqayê ji bo hêzên li Sûriyeyê çi ye?

Reqa xwediyê girîngiyeke mezin e, ne tenê ji bo Sûriyeyê, lê belê ji bo hemû dewletan. Reqa bûbû navenda terorê û metirsiya wê li ser hemû dewletên cîhanê hebû, jixwe me dît çawa li gelek dewletên Europayê mîna Firansa, Belcîka û Ingilterayê kiriyarên terorê çêbûn. Lewma Reqa bûbû metirsiyeke mezin û pêwîst bû ev metirsî bê rakirin. Reqa bûbû mêjiyê terorê, eger mêjî neyê kontrolkirin dê laş jî neyê kontrolkirin.

Der barê mijara rizgarkirina Reqayê de, di navbera dewletên cîhanî û yên herêmî de gelek gotûbêj çêbûn. Her hêzekê dixwest di rakirina vê metirsiyê de rolekê bilîze, ji ber ku serkeftina di Reqayê de dê bibe serkeftineke dîrokî li dijî terorê, ev jî tiştekî bi wate ye. Hêza ku dê di rizgarkirina Reqayê de xwedî rol be, dê bikeve dîrokê, dê dîrok binivîse ku hêzek heye cîhan ji terorê û metirsiyê rizgar kir. Lewm Reqa ji bo hemû hêzan û ji bo rejîma Sûriyeyê jî girîng bû.

Li ser erdê hêza ku rola sereke girt ser xwe Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bû, ji ber ku vê hêzê di pêvajoya rizgarkirina Kobanê de, diyar kir ku tenê ew hêz dikare rê li pêşiya firehbûna DAIŞ`ê bigire. Piştî rizgarkirina Kobanê QSD`ê herêmên derdora Reqayê yên mîna bendava Tişrîn û Minbic û paşê jî Tebqa û gundewarên rojava û bakurê Reqayê rizgar kirin, lewma hemû nêrîn êdî ber bi vê hêzê ve diçûn ku tenê ew dikare Reqayê rizgar bike. Hêzên navneteweyî guh neda hêzên din ên dixwestin bikevin nava têkoşîna rizgarkirina Reqayê. QSD`ê jî ragihand ku ew amade ye Reqayê û hemû herêmên bakurê Sûriyeyê rizgar bike.

Rizgarkirina Reqayê ji bo her kesî cihê serbilindiyê bû, pêwîst e hemû hêz, ên ku beşdarî rizgarkirinê nebûn jî, rejîm jî û hêzên herêmî jî, bi wê yekê serbilind bin ku QSD`ê Reqa ji metirsiyên mezin rizgar kir.

Di pêvajoya hemleyê de gelek hêzan, ji wan jî Tirkiyeyê destwerdan kirin, gelo armancên van hêzan çi bûn?

Di rastiyê de armancên Tirkiyeyê ne rizgarkirina Reqayê bû, lê wan tenê di aliyê propaganda û di medyayê de dixwest bibêjin ew dewleteke bi artêş in û amade ne û hin hêzên herêmî jî li Tirkiyeyê hene dê karibin bikevin Reqayê. Lê cîhan hemû rastiya Tirkiyeyê dizane, dizane ku Tirkiye ew dewlet e ku têkiliyên wê bi DAIŞ`ê re hene. Dema ku DAIŞ`ê herêmên li ser sînorê Tirkiyeyê dagir dikirin hemû deriyên sînor ji bo wan vekirî bûn. Berî hemleya Reqayê dest pê bike, hemû dewletên cîhanê li ser wê yekê li hev kiribû ku Tirkiye yekemîn hêz e ku alîkariyê dide çeteyên DAIŞ`ê. Hemû çeteyên derbasî Sûriyeyê bûn bi rêya balafirgehên Tirkiyeyê hatin, lewma hemû dewletan dizanî ku Tirkiyeyê DAIŞ çêkiriye, her wiha Tirkiyeyê her tim dewletên cîhanê bi DAIŞ`ê tehdît dikirin. Jixwe me hemûyan dît çawa piştî gefeke Erdogan çalakiyên terorê li Parîsê dest pê kirin.

Tirkiyeyê dixwest destwerdana hemleya rizgarkirina Reqayê bike, ji ber dît çawa hemû cîhan dibêje dê QSD karibe Reqayê rizgar kike. Bi rastî jî wilo bû, bi tenê QSD`ê karîbû Reqa rizgar bike, ji ber ku ew welatiyên Sûriyeyê ne û erka wan e Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê ji terorê rizgar bikin.

Tirkiyeyê hin armancên xwe yên din hene, dixwaze herêman bixe bin desthilatdariya xwe û sînorên Împaratoriya Osmanî ya nû fireh bike, her wiha ew naxwaze gelên herêmê bigihîjin azadiya xwe. Eger Tirkiye ketiba nava hemleya Reqayê, ev dihat wê wateyê ku QSD dê hatiba dûrxistin, gelên herêmê jî dê negihiştibana azadiya xwe.

Di pêvajoya hemleyê de Tirkiyeyê bi hemû derfet û hêza xwe xwest hemleyê asteng bike, ji ber ku wê dixwest pêşketinên QSD`ê asteng bike û dizanî ku QSD dê karibe Reqayê rizgar bike û metirsiyên li ser gel rake.

Hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê li ser kîjan hîm û bingehan dest pê kir?

Hemleya rizgarkirina Reqayê li ser gelek hîman dest pê kir, ya herî girîng jî rizgarkirina welatiyên bajêr ji zilma 4 salan bû, lewma QSD`ê pilansaziya rizgarkirina Reqayê amade kir û Hêzên Koalîsyonê jî destek dan QSD`ê. Destpêkê gundewarên derdora bajêr rizgar kirin û bajar xistin nava çemberê û paşê jî rizgar kirin. Bi saya fedakarî û xwîna şehîdan bajarê Reqayê ji navendeke terorê veguherî navenda azadiyê.

Bi rizgarkirina Reqayê re, QSD`ê nîşan da ku ew li ku derê be bila bibe, ew ê karibin gel ji zilm û zorê rizgar bikin û hîmên demokrasiyê li tevahiya Sûriyeyê biçespînin.

Piştî salekê ji rizgarkirinê, di hêla siyasî de Reqa ber bi ku ve diçe?

Bi rizgarkirina Reqayê re em ketin pêvajoyeke nû; pêvajoya siyasî. Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê li Reqayê şikestin û paytexta wan hilweşiya, niha ew tenê li Dêrazorê mane, li wir jî hêzên QSD`ê hemleyê dewam dikin ta ku tevahiya gundewarên Dêrê ji çeteyan rizgar bikin.

Piştî DAIŞ hate tunekirin dê pêvajoya siyasî dest pê bike, lewma niha hemû hewldanên Meclisa Sûriya Demokratîk li derdora çawaniya tevlêbûna vê pêvajoyê bi pêş dikevin, ev pêvajo jî dê bi piranî pêvajoya hevdîtin, gotûbêj û nakokiyên siyasî be.

Reqa jî niha ber bi xwe bi xwe xwebirêvebirinê ve diçe, dê bi avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, serkeftinên leşkerî bi serkeftinên siyasî tacîdar bike.

Reqa ber bi destnîşankirina çarenûsa xwe ve diçe, ber bi parastina deskeftiyên xwe ku ji bo tevahiya Sûriyeyê bûne mînak ve, diçe. Reqa dike bibe navenda sereke ya dîplomasiyê û bandora xwe li tevahiya Rojhilata Navîn bike û hemû hêzên opozîsyona siyasî bîne ba xwe.

Gotina we ya dawî?

Me ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê gelek cangorî dan, gelek hêzan û saziyên ragihandine û yên sivîl jî di vê rizgarkirnê de kedeke mezin da. Piştî van serkeftinan jî em ê dîsa erkên xwe yên parastina destkeftiyan pêk bînin.

Em bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku ji bo parastina destkeftiyên bi xwîna welatiyên herêmê pêk hatine, hevkar û alîkar bin.