Wezareta Karên Derve ya DYE’yê ragihand ku Wezareta Parastinê firotina materyalên leşkerî bi rengekî demkî rawestandiye. Hate ragihandin ku rêveberên nû wê di vê demê de peymanên firotinê lêkolîn bikin.

Rayedarên wezarete her wiha diyar kirin ku firotina çekan a ji bo Erebîstana Siûdî jî hatiye rawestandin.

Rayedaran diyar kirin ku rawestadina firotina çekan tedbîreke rûtîn a îdarî ye ku lêkolîn bikin bê firotin bersivê dide armancên stratejîk ên DYE’yê yan na.

Senatorên demokrat di meha Kanûnê de nekarîbû firotina balafirên şer ên F-35 û droneyan a ji bo Îmarat rawestînin. Ev biryar ji aiyê serokê dema berê Trûmp ve hatibû wergirtin. Trûmp bi şertê ku Îmarat Îsraîlê nas bike, destûra firotinê dabû.