Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê serdana konê sersaxiyê yê ji bo şehîd Zekî Şengalî li Şengalê hatiye vegirtin kir û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Şande ji, hevserokê Desteya Karên Derve Ebdilkerîm Umer, cîgirê Serokatiya Meclîsa Rêveber Hisên Ezam û hin endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêk dihat. Şande ji aliyê komîteya pêşwazîkirinê ve hate pêşwazîkirin.
Di nava şandeya Bakurê Sûriyeyê de hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan û hevserokê Buroya Têkiliyan a MSD`ê Xerîb Hiso axivin. Di axaftinan de hate tekezkirin ku dewleta tirk a dagirker sînorê Sûriyeyê û Iraqê binpê dike û bi vê yekê zagonên navdewletî jî binpê dike û armanca wê ye ku projeyên demokratîk li herêmê têk bibe.
Her wiha di nava axaftinan de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra ku herêmê dagir bike, îradeya gelê azadîxwaz, demokratîk û xwestekên wan ên jiyana hevbeş bişikîne lê dema ku armancên wan pêk nehatin bi awayekî aşkera dest bi êrîşên li ser herêmê kir û mînaka wê, êrîşên li ser Efrînê û herêmên din ên Bakurê Sûriyeyê û Şengalê ye.
Di axaftinan de hate tekezkirin ku Şengalê ji ber ber kiryarên sîstemên desthilatdar û terorê gelek zehmetî ditîn, niha jî projeya xwe ya demokrtîk ava dikin û heke Erdogan û çeteyên xwe çi bikin tu carî îradeya gelê berxwedêr û têkoşer a ji bo azadî, demokrasî û aştiyê li ber xwe dide naşikîne.
Cenazeyê şehîd Zekî Şengalî ku bi navê “Mam Zekî” tê nasîn, di 18’ê Tebaxê de li Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan hate spartin.