Rêveberiya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) piştî 2. kongreya xwe yekemîn civîna xwe lidar xist. Di civînê de Emer Saleh careke din bû Serok PADÊ’yê.

Di 20’ê Comtehê de 2. Kongreya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) bi beşdarbûna 300 delege û mêvana pêk hat. Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) piştî 2. kongreya xwe îro li bajarokê Xaneserokê ya Şengalê civîna xwe ya yekemîn pêk anî. Piştî civînê bi daxuyaniyekî çapemeniyê serok û cîgirên nû yên PADÊ’yê hatin eşkere kirin.

Serokê PADÊ’yê yê berê Emer Saleh dîsan weke Serokê PADÊ’yê hate hilbijartin, her wiha Azad Ebdal ku xelkê Başîka ye wek cîgerê yekem û Xemê Berkat a ku 3 salan dîl di destê DAIŞ’ê de mayî û piştre hatî rizgarkirin weke cîgira duyemîn hate hilbijartin.

Serokê PADÊ’yê Emer Saleh di civîna çapemeniyê de axivî û soza şopandina sozên ku ji bo gelê Êzidî beriya nihe dane da û got, “Em carek din soza xwe ya ji bo xizmeta gelê xwe nû dikin. Heta ku em hemû mafê gelê xwe bi dest nexin, emê kar û xebatên xwe berdewam bikin.”
Emer Saleh bang li hemû partiyên Êzidiyan kir ku destên xwe bidin hev, yekîtiya xwe bihêz bikin û neyên xapandin.

Cîgira Serokê PADÊ’yê Xemê Berkat axivî û got, “Ez wek keçeka Êzidî ku 3 salan di destê DAIŞ’ê de mam, ez soz didim heya dawî tişta ku ji destê min bê ji bo gelê xwe û bi taybetî ji jinên di destê DAIŞ’ê de dîlin bikim.”

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî jî wiha axivî; “Em hêvîdarin PADÊ’yê weke partiyek Êzidiyan bi keva xizmeta gelê me de û bikare hemû mafên civaka me bi dest bixe.”
Hisên bang li hemû hêzên siyasî yên Êzidiyan kir ku xwe ji bo hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan amade bike û bi yekgirtî berê xwe bidin Encûmenên Parêzgehan.