GIRKÊ SPÎ – Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdarîbûna piraniya delegeyan civîna xwe ya asayî li avahiya Meclisa Sûriyaya Demokratîk a li navçeya Eyn Îsayî li dar xist.
Hevserokên Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Ebid El-Mihbaş pêşnûmeya avakirina Desteya Ciwan û Werzîşê wekî desteyeke nû ku li ser komîteyên rêveberiyê werin zêdekirin pêşkêşî meclisê kirin. Biryar ji aliyê hemû delegeyên meclisê ve hate qebûlkirin. Meha Feysel Mihemed û Mehmûd El-Hemed jî wekî hevserokên Desteya Ciwan û Werzîşê hatin diyarkirin.
Hevserokên nû sûnd li pêşiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin ku ew ê karê bi rêkûpêk bi cih bînin,
Bi avakirina Desteya nû hejmara desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket 10.
Di civînê de her wiha geşedanên siyasî ku li herêmê rû dide ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo ve hate şîrovekirin. Sîham êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyê şermezar kir û teqez kir ku rexmî êrîşan gelê Sûriyê dê projeya xwe ya demokratîk rexmî hemû êrîşan berdewam bikin.
Di nirxandinên beşdaran de jî bal hate kişandin li ser kuştina Şêx Beşîr El-Hiwêdî û hate gotin ku aliyê li peya kuştina El-Hiwêdî û kuştina du ciwanên ji eşîreya El-Bobenda ku sala derbasbûyî li Minbicê hatibûn kuştin, ejnîdeyên derve ne, armancên wan têkbirina aramiya herêmê û xirabkirina mûzayîka civakî ya Bakurê Sûriyeyê ye.
Piştî nirxandina rewşa siyasî, hevpeymana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji aliyê Komîteya Amadekar ve hatiye amadekirin û 35 madeyan pêk tê hate xwendin û rê li ber pêşniyar û nêrînên beşdaran hate vekirin.
Piştre hevpeyam hate erêkirin û madeya (31) ya girêdayî Meclisa Dadê hat sererastkirin, ku li gorî 13 endam wê hatin diyarkirin.
Di dawiya civînê de hate diyarkirin ku 15‘ê Mijdarê dê endamên meclisê dîsa li hev bicivin.