Ferhad Şiblî-an go Ferhat Dêrik, di 17’ê Hezîrana 2022’an de, di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Kelarê ya Silêmaniyê şehîd bû.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û rojhilatê Sûrî di salvegera duyemîn a şehadeta wî Akademiya Şehîd Ferhad Dêrik, li bajarokê Kîsrat a kantona Reqayê vekir.
Xelkê herêmê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên saziyên sivîl û leşkerî, hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên Bakur û rojhilatê Surî û gelek rûspiyên eşîrên Herêmê amade bûn.
Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Herêmê Hemdan El Ebid got; Ferhad Şiblî birayekî me yê giranbiha bû, xwedî nirx, rêgez û sembola serbilindiyê bû. Bi fedkariya wî û kesên mîna wî em gihane van rojên dîrokî.
Piştre hevserokê Nivîsgeha Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser, Elî Ebdurehman axivî û bixêrahtin gel kir.
Dayika şehîd Ferhad Şiblî, Şêrîn jî axivî û got: “Em ê bi saya şehîdên xwe, neteweya demokratîk bigihînin serkeftinê.
Herî dawî Koma Hîlala Zêrîn stran gotin.
Dayika şehîd Ferhad Şiblî, deriyê akademiyê vekir û beşdar li nava akademiyê gerîn.