Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got: “Em naxwazin pêkanînên li Efrînê qewimîn dubare bibin.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye ya ku daxuyaniyek nivîskî daa ev got: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tim radighîne ku çareseriya herî guncew ji bo bi dawîkirina aloziya Sûriyê bi rêya diyaloga sûrî-sûrî pêkane. Me her tim hewl da diyalogê pêş bixin. Gelek hevdîtin di navber rêveberiyê û Rûsyayê de ji bo pêşxistina diyalogê pêk hatin. Rêveberiyê nexşerêya çareseriyê pêşkêş kir û dibîne ku pêşxistina wan kedan ji bo ku nexşerê di pratîkê de pêk were gelek girîng e.

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî erênî li daxunayiyên birêz Sergey Lavrov wezîrê derve yê Rûsyayê girêdayî diyalogê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê de dinêrin. Em hêvî dikin ku Rûsya rola xwe wek desteker û garantor di vî warî de bilîze. Encamên wê yên pratîk û rastîn hebin. Ji ber ku ev girtek ji bo xizmeta berjewendiya tevahiya Sûriyan e. Em naxwazin bûyerên li Efrînê rû dane dubare bibin. Li Efrînê tevahiya gelê Sûriyê rastî êrîşan hatin û hatin hedefkirin. Ji ber wê divê Efrîn dubare nebe, ji ber ku wê ji bo hemû Sûriyê û gelê wê bi giştî xeter be.”