Rêveberiya Xweser a Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêveberiya MSD‘ê ve hate avakirin, hevserokên rêveberiyê hatin hilbijartin û 9 desteyên wê hatin avakirin da ku destpê bi xebatên xwe bike. Rêveberiyên xweser û meclisên sivîl jî di xebatên xwe mîna berê bidomînin.
AZAD SEFO – DIYAR EHMO / NAVENDA NÛÇEYAN
Di kongreya sêyemîn a Meclisa Sûriyê a Demokratîk (MSD) de ku di 16’ê Tîrmehê de bi dûrişma “Ber bi çareseriyeke siyasî û avakar ji bo Sûriyeke demokratîk û ne navendî ve” li bajarê Tebqayê hatibû lidarxistin. Gelek bendên têkildarî şeklê rêveberinê, xebatên avakirina Sûriyeke ne navendî û demokratîk û çareserkirina aloziya Sûriyê hatin gotûbêjkirin. Her wiha forma koordînekirina kar di navbera rêveberiyên xweser û meclisên sivîl ên Rojhilat û Bakurê Sûriyê hatin nîqaşkirin.
Di encama kongreyê de, bi pejirandina hemû delegeyan biryara avakirina Rêveberiya Xweser a Rojhilat û Bakurê Sûriyê hate girtin.
Hêzên Sûriyeya Demokarîk (HSD) herêmên ku ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar dikirin, radestî şêniyên wê dikirin da ku rêveberiya wê bikin.
Bi pêşengiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) meclisên herêmî û rêveberiyên xweser li herêmên rizgarkirî hatin avakirin, rexmî dûrbûna di navbera herêman de, lê dikarîbûn heya radeyekê bi hev re bibin alîkar.
Li ser vê esasî MSD‘ê pêwîstî bi avakirina koorîndeyeke di navbera rêveberî û meclisên sivîl de dît.
Nûnerên hemû rêveberî û meclisan dê beşdarî sazûmaniya avakirina rêveberiya hevbeş dibin.
Yekem civîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
MSD’ê di çarçoveya pêkanîna biryarên kongreya xwe ya 3’yemîn de û bi armanca avakirina “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê” di dîroka 6’ê Îlona 2018‘an de civînek ji meclisên herêmî û rêveberiyên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li dar xist.
Di encamê civînê de biryar hate standin ku komîteyeke amadekar ji nûnerên hemû meclis û rêveberiyên bi rêveberiya MSD’ê were avakirin. Erka komîteyê şeklê rêveberiya hevbeş û çawaniya koordînekirina kar di navbera rêveber û meclisan de diyar bike û erk û mîsyona wê xêz bike.
Hevserokatiya meclisê hate hilbijartin û komîteya amadekar hate avakirin
Di civîna yekem de, Sîham Qeryo û Ferîd Etê wekî hevserokên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hilbijartin. Her wiha endamên dîwana meclisê ku ji 5 kesan pêk tê jî hatin hilbijartin. Di heman di civînê de Bêrîvan Xalid û Ebd Hamid El-Mihbaş wekî hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hilbijartin.
Ji bo avakirina desteyên rêveberiyê jî komîteya amadekar ji aliyê hevserokatiya meclisa giştî ve hate avakirin. Erka avakirina desteyan ji Meclisa Rêveber ve hate xwestin ku di nava 21 rojî de hevserokên desteyan werin hilbijartin.
Di civîna duyemîn de 9 deste hatin avakirin
Di civîna duyemîn de, 9 desteyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin avakirin û hevserokên wan hatin hilbijartin. Desteyên ku hatin hilbijartin evin; Desteya Hundirîn, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Desteya Rêveberiyên Herêmî, Desteya Aborî û Çandiniyê, Desteya Darayî, Desteya Çand û Huner, Desteya Tendirûstî û Ekolojî, Desteya Karûbarên Civakî û Desteya Jinan.
Her wiha dê Hevserokatiya Meclisa Rêveber buroyên rêveberiyê, di nav de Buroya Parastinê de ava bikin.
Armanca avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
MSD‘ê bi armanca pêşxistina xizmetguzariyê û koordînekirina kar di navbera rêveberiyên xweser û meclisên herêmî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kir, da ku biryarên hemû meclis û rêveberiyan de nêzî hev bin, mîna diyarkirina buhayê madeyên sotemeniyê, kiriya veguhestinê û gomrikê û hwd.
Çarenûsa rêveberiyên herêmî û meclisan piştî avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Li gorî ku di civînan de hatin qalkirin, rêveberiyên xweser û meclisên herêmî dê kar û xebatên xwe mîna berê berdewam bikin. Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê di navbera rêveberî û meclisan de role koordînekirinê bilîze.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid ji ajansa me re diyar kir ku rêveberiya hatiye hilbijartin ne girêdayî tu aliyên siyasîye. Armanca avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di navbera rêveberî û meclisan koordîne kirine.
Bêrîvan Xalid tekez kir ku serokên desteyan, piştî sond xwarin dê dest bi karê xwe bikin û anî ziman ku amadekariyên rêzikanameyên her desteyekê têne kirin, ev yek jî di civîna bê de wê were pejirandin.