Seroka ÎHD’ê ya Enqereyê Nûray Çevîrmen diyar kir, li girtîgehên Anatoliya Navîn 116 girtiyên nexweş hene û rewşa 23 ji wan gelekî giran e ku nabe li girtîgehê bên hiştin.
Seroka Komeleya Mafên Mirovan a Enqereyê Nûray Çevîrmen ji ANF’ê re axivî û der barê rewşa girtiyên nexweş ên li Herêma Anatoliya Navîn agahî parve kir.
Çevîrmen diyar kir ku niha li herêmê 116 girtiyên nexweş hene û got, “Pirsgirêka girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê di asteke metirsîdar de ye. Wezareta Edaletê daneyên der barê mijarê de eşkere nake. Tenê li Anatoliya Navîn 23 nexweşên giran hene ku nabe li girtîgehê bên hiştin.”
Çevîrmen diyar kir ku ji bo girtiyên nexweş karibin mafê xwe yê dermankirinê bi kar bînin wan serî li gelek saziyan dane, lê belê ti encam wernegirtine û got, “Bi piştgiriya Odeya Tabîban a Enqereyê me di sala 2018’an de der barê girtiyên nexweş de raporek amade kir. Me ev rapor ji Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclîsê, Wezareta Edaletê, Midûriyeta Girtîgehan û Wezareta Tenduristiyê re ragihandin. Bersiv piştî mehekê hate dayin. Bersiva ku di demeke ewqasî kurt de hate dayin nîşan da ku rapor nehatiye lêkolîn. Tevî ku pirsgirêkên giran ên tedawînekirinê hene jî mîna ku tiştek nîne bersiv di demeke kurt de hate dayin ku ev yek jî nêzîkatiya wan a li pirsgirêkên girtiyên nexweş nîşan dide. Ji ber nayên dermankirin gelek nexweşan jiyana xwe ji dest dan.”
Çevîrmen anî ziman ku li gorî daneyên şeş mehên destpêkê yên sala 2016’an li girtîgehên Tirkiyeyê 2 hezar 300 kesî jiyana xwe ji dest dan, lê belê der barê sedema mirina wan de agahî nehate ragihandin.
Çevîrmen destnîşan kir ku mirina li girtîgehan dikare bê astengkirin û got, “Me gelek caran serî li saziyê pêwendîdar dan. Der barê her bûyerê de em nivîsên cuda dinivîsînin. Mixabin gavek nayê avêtin. Em nizanin ku çima gav nayê avêtin. Niha li girtîgehan rewşa girtiyên nexweş pirsgirêkeke gelekî mezin e û didome.”