Bîlançoya Covîd-19’ê li hemû cîhanê giran dibe. Li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkîns li cîhanê 2 milyon û 500 hezar pêketî hene û ji 171 hezarî zêdetir bi Covîd-19’ê mirine.
Li DYE’yê 792 hezar kes bi vîrûsa koronayê ketine û ji 42 hezar û 500 kesî zêdetir mirov mirine. Piştî DYE’yê bîlanço herî pir li Spanya, Italya û Fransayê giran e. Li Ewropayê 1 milyon û 200 hezar bi koronayê ketine û ji 105 hezarî zêdetir mirov mirine.
Li gel ku derketiye holê ku daneyên Tirkiyê ne rast in jî hijmara pêketiyan xwe digihîne 100 hezarî.
Rewşa dawî ya welatên ku bîlançoya Covîd-19’ê giran e:
ITALYA
Hijmara pêketiyan: 181 hezar
Hijmara miriyan: 24 hezar û 100
SPANYA
Hijmara pêketiyan: 204 hezar
Hijmara miriyan: 21 hezar û 300
FRANSA
Hijmara pêketiyan: 155 hezar
Hijmara miriyan: 20 hezar û 200
INGILISTAN
Hijmara pêketiyan: 125 hezar
Hijmara miriyan: 15 hezar û 500
ELMANYA
Hijmara pêketiyan: 147 hezar
Hijmara miriyan: 4862
BELÇÎKA
Hijmara pêketiyan: 41 hezar
Hijmara miriyan: Nêzî 6 hezaran
SWÊD
Hijmara pêketiyan: 28 hezar
Hijmara mirinya: Ji 1400’î bihurî
HOLLANDA
Hijmara pêketiyan: 34 hezar û 100
Hijmara miriyan: Ji 3900’î bihurî
ÎRAN
Hijmara pêketiyan: 84 hezar û 800
Hijmara miriyan: 5297
TIRKIYE
Hijmara pêketiyan: 90 hezar û 980
Hijmara miriyan: 2140