FIROTINA F-35’AN HAT SEKINANDIN: Qesra Spî, herî dawî zagoneke ku firotina balafirên F-35 a ji bo Tirkiyeyê disekinîne derxist. Li gorî zagona mezaxtinên parastinê yên sala 2019’an ku Trûmp erê kiribû, divê Pentagon di derbarê têkiliyên DYA-Tirkiyeyê de di nava 90 rojan de raporekî amade bike. Heta ev rapor bê pêşkêşkirin wê balafirên F-35 radestê Tirkan neyên kirin.
Ev zagona mezaxtinên parastinê piştî qeyrana DYA-Tirkiyeyê de rûdayî hatiye amadekirin û teşegirtin.
LI SER DU WEZÎRAN FIŞAR: Têkiliyên di navbera DYA û Tirkiyeyê de salên dawî xirab bûn. Nexasin hevpariya sûc a Tirkiyeyê ya bi çeteyên li Sûriyê re, polîtîkayên Tirkiyeyê yên ku Rojhilata Navîn dehf dide nav bê aramiyê û darbeya biguman a Tîrmeha 2016 heta niha têkiliyên xira bûyî, bi girtina Pastor Andrew Brûnson re bi awayekî eşkere xwe da der. Brûnson, hem bi sûcdariya ku di nav tora xebatên Fetûlah Gûne de ye, hem jî bi têkildarkirina PKK’ê re tê sûcdarkirin.
Piştî ku Brunson nehat serbestberdan û cezayê malê lê hat birîn, fişarên li ser Tirkiyeyê destpê kirin. Rêveberiya Washingtonê 1’ê Tebaxê li ser wezîrê karê hundir û wezîrê dadê fişar dane destpêkirin. Malên wan hate cemidandin û hate qedexekirin ku Amerîkayî bi van her du wezîran re kar bikin.
FIŞARÊN BAZIRGANÎ: Donald Trûmp, 10’ê Tebaxê, baca gurikê danî li ser pola û sifirê ji tirkiyê re tê firotin. Trûmp li ser hesabê xwe yê twetterê peyama “Lîrayê Tirk, li hember dolarê me yê xurt bi lez dihele. Min erê kir ku baca gurikê ya li ser pola û sifirê ji tirkiyê re tê dayîn derkeve du qatan! Ji bo sifir rêje ji sedî 20, ji bo pola jî ji sedî 50. Vê heyamê têkiliyên me û Tirkiyeyê ne baş in!”
HILWEŞÎNA LÎREYÊ TIRK: Piştî vê daxuyaniya serokê DYA’yê Donald Trûmp, lîreyê tirk bi lezgînî heliya. Lîreyê Tirk li hemberî dolar rojê ji sedî 16 nirxê xwe jidest da. Ev rewşa lîreyê tirk di piyasayên Hong Kong, Tokyo, Frankfûrt, Londra û Parîsê bû sedema serberjêrbûna aboriya Tirkiyeyê.
PLANSAZIYA ÇALAKIYÊ KU QEYRANÊ DERTÎNE: Hikumeta Tirk ji bo sekinandina vê rewşê modelekî nû yê aboriyê deranî pêş. Piştî ku wezîrê aboriyê Berat Albayrak 13 Tebaxê plansaziya çalakiyê ya aboriyê, banqeya navendî ji bo aramkirina piyaseyê got ku wê herîkbariya pêwîst a ji bo banqeyan pêwîst peyda bike û ji bo îstîkrara malî wê tevdîrên pêwîst bigire. Lê belê encam neguherî.
PROVAKASYONÊN ERDOGAN: Bandora plansaziya çalakiyê û daxuyaniya banqeya navendî zêde nedomiya. Piştî çend saetî R.Tayîp Erdogan DYA sûcdar kir û got “Tirkiyeyê ji piştî ve kêr dike.” Erdogan ev qeyrana ku wî bi xwe deranî weke “komplo” nirxand.