Şerê Ûkraynayê 24’ê Sibatê dest pê kir. Gelek bajar ketin destê Rûsyayê, gelek jî dorpêçkirî ne.
ÛLTÎMATOMA JI BO MARÎOPÛLÊ
Rûsyayê ku dor li bajarê bendergehê yê stratejîk Marîopûlê girtiye, xwest ku bajar teslîm bibe.
Alîkarê Serokwezîrê Ûkraynayê bersiv da ûltîmatoma Rûsyayê û diyar kir ku Ûkrayna wê dest ji çekan bernede û bajêr neterikîne.
Rayedarên Marîopûlê diyar kirin ku hêzên Rûs bi hezaran kes hefteya derbasbûyî neçar hiştin ku derbasî Rûsyayê bibin.
BOMBARDÛMANA LI SER KÎEVÊ
Bombardûmana li ser paytext Kîevê jî dewam dike. Bazareke li navenda bajêr hate bombekirin. Di vê bombardûmanê de ku roja Yekşemê pêk hat herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
FUZEYA HÎPERSONÎK HATE BIKARANÎN
Rûsyayê her wiha dawiya hefteyê du caran fuzeyên hîpersonîk bi kar anî. Di êrişa duyemîn de ya roja Yekşemê, bombe li nuqteyekê hate barandin ku rezervên sotemeniyê dida artêşa Ûkraynayê.
BÎLANÇO
Li gorî Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî heta 19’ê Adarê di şer de herî kêm 902 sivîl mirin, 1459 jî birîndar bûn.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Fîlîppo Grandî roja Yekşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber şerê ‘hilweşîner’ 10 milyon mirov neçar man cih û warê xwe biterikînin.
ODESSA XWE JI BO ÊRIŞA RÛSYAYÊ AMADE DIKE
Sêyemîn bajarê mezin ê welêt Odessa jî xwe ji bo êrişa artêşa Rûs amade dike. Li tevahiya navenda bajêr bend hatine danîn. Li derdora avahiya Opera û muzeyan bi kîsên ji xîzê çeper hatine danîn.
BÎDEN WÊ BIÇE POLONYAYÊ
Serokê DYE’yê Joe Bîden ji bo nirxandina şerê Ûkraynayê wê roja Înê biçe Polonyayê û bi hempîşeyê xwe Andrzej Dûda re hevdîtinê bike. Li gorî daxuyaniya Qesra Spî, serdan wê piştî hevdîtina Bîden a li Belçîkayê ya bi rêveberên NATO, G7 û Yekîtiya Ewropayê pêk were.