Ji berxwedêrên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê Yuksel Koç doh ji ber giranbûna rewşa wî ya tenduristiyê rakiribûn nexweşxaneyê û ji nû ve li cihê çalakiyê vegeriya bû. Dr. Fahrettîn Gulşen ku rewşa çalakgeran li cih dişopînin, agahî da.

Greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrgê yê Elmanyayê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengekî bêdawî û bê dorveger pêk tê, 48 roj li pey xwe hişt. Dr. Fahrettîn Gulşen li ser rewşa tenduristiyê ya Yuksel Koç agahî da û diyar kir, Koç tedawiyê qebûl nake û niha di bin kontrolê de ye.

Dr. Gulşen got, ji roja 46’an û pê ve pirsgirêkên dil, her wiha sîstema hezmkirinê li bedena Koç tespît kirine û diyar kir, doh ji saet 13’an û pê ve êşa zik a giran, êşa dil, gêjbûn û pirsgirêkên konsantrasyonê pê re peyda bûn.

Dr. Gulşen bi bîr xist, ji ber ku êş lê gelekî giran bû ew neçar man bang li ambûlansê bikin û got, “Doktorên ku bi ambûlansê hatin, piştî kontrolê teşxîsên ku me danîbûn piştrast kirin û israr kirin ku divê wî bibin nexweşxaneyê.”

PIRSGIRÊKÊN LI KEZEBÊ RÛ DA, BANDOR LI ORGANÊN DIN JÎ KIR

Yuksel Koç doh 7 saetan li servîsa lezgîn a nexweşxaneyê ma û piştî kontrolê ji ber ku tedawî red kir vegeriya cihê çalakiyê. Dr. Fahrettîn Gulşen kontrola li nexweşxaneyê li Koç hate kirin nirxand û got, pirsgirêkên oksîtbûna kezebê bandor li organan hemûyan kirine. Ji ber ku di bedena Koç de xwîn bi têrkerî paqij nabe, organên din jî nikarin baş bixebitin, lewma bêhal dibe, serî lê diêşe û êşên cuda lê peyda bûne.

NIHA DI BIN KONTROLÊ DE YE

Koç û çalakgerên din ên greva birçîbûnê ji aliyê Dr. Fahrettîn Gulşen û hempîşeyên wî yên din ve tên kontrolkirin. Koç ku neçar e timî veketî be, nikare mirovên tên serlêdanê pêşwazî bike û tenê çend kes ji malbata wî ji bo demeke kin dikarin wî bibînin.

‘HER KÊLIYÊ DIBE KU TIŞTEKÎ NEYÎNÎ BIQEWIME’

Dr. Fahrettîn Gulşen bi bîr xist, ji çalakgeran Kerem Solhan jî di nava hefteyê de rakiribûn nexweşxaneyê û piştî kontrolê li cihê çalakiyê vegeriya bû. Dr. Gulşen anî ziman, li gel rewşa nebaş a tenduristiya Solhan jî motîvasyon û moralê wî xurt e.

Dr. Fahrettîn Gulşen bi bîr xist, greva birçîbûnê 48 roj li pey xwe hişt û got, her kêliyê dibe ku rewşa çalakgeran giran bibe û rewşeke neyînî biqewime.