Girtiyê bi nexweşiya giran Kasim Karataş, li Girtîgeha Tekîrdag, Tîpe F, Hejmara 2 te girtin, tevî pirsgirêkên xwe yên giran yên nexweşiyê jî nayê berdan.
Karataş yê 32 sal in girtî ye, ji dilê xwe amaliyat bûye, 3 caran anjiyo bûye, nexweşiya tansiyon, piştê û şekir jî pê re heye û 2 caran berdana wî hate asteng kirin.
Keça Kasim, Gulistan Karataş ji ANF’ê re axivî û got,
Bavê min rojane 12 caran derman dixwe, di nava çend salên dawî de gelek caran spazma dil derbas kir.
Nikare rabe ser xwe, bi riya hevalên xwe yên li qoxûşê dikare pêdiviyên rojanê pêkbîne.
Diviyabû di 2’ê Tebaxa 2023’an de bavê min bihata berdan.
Lê ji ber ku poşmaniya xwe ne aniya ziman, di despêka Mijdarê de ne hate berdan û berdana wê heta 2’ê Sibata 2024’an hate taloqkirin.
Gulistan Karataş got, “Em ferzkirina poşmaniyê teqez qebûl nakin.
Ev kiryara ne insanî û ne qanunî, tenê li dijî bavêmin bikarnayînîn, ji bo hemû hevriyên li zindanan bikartînin.
2 hefte ne ku bavê min nikare xwarinê bixwe.
Armanca wan tepisandina me ye, lê em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe bernedin.
Helbet wê rojek werê û em ê hesab bipirsin.
Rewşa hevalên me yên nexweş yên li zindanê giran dibe.
Eger em nebin dengê wan, wê gelek jê jiyana xwe ji dest bidin.
Divê em bi hev re bikevin nava liv û tevgerê de.”