Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 123 rewşenbîr, karker, siyasetmedar û welatiyên sivîl bi daxuyaniyeke hevpar biryara DYA’yê ya li dijî sê kadroyên pêşeng ên PKK’ê şermezarkirin.

123 siyasemedar, rewşenbîr, karker û aktivîstên Îran û Rojhilatê Kurdistanê têkildarî biryara DYA’yê ya li dijî sê pêşeng û şoreşgerên Kurd daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniyê de biryara DYA’yê hate şermezarkirin û bang li hemû hêz û kesayatên azadîxwaz hate kirin ku li dijî biryarê rabin.

Di daxuyaniya hevpar de ev tişt hatin gotin;

 “Biryara Amerîka ya ji bo girtin û tespîtkirina cihê 3 pêşeng û şoreşgerên Kurd ji bo xurtkirina peywendiyên rejîma Tirkiye û Amerîkayê ye. Ji bo nakokiyên di navbera Siûdî û Tirkiyê de ji holê rake û her wiha peywendiyên xwe bi Tirkiyê re bihêz bike, ev biryar hatiye dayîn. Ev biryar di heman demê de êrîşeke ya hevbeş ya hêzên sermayedar li dijî tevgera demokratîk e  ku PKK li Rojhilata Navîn pêşengiya wê dike. Beriya niha jî li dijî tevgera demokartîk êrîşîn wiha çêbûn. Nimûneya vêya herî dawî jî êrîşa li dijî Mam Zekî Şengalî bû.

DYA ya ku bi peywendiyên Tirkiyeyê bi ‘Têkoşîna li dijî terorê” bi nav dike, bixwe terorê dike. Ev biryara Amerîka ji bo dilê dewleta Tirk a piştgiriyê dide DAÎŞ’dê xweş bike, hatiye dayîn. Ji ber vêya divê ev biryara Amerîkayê ji aliyê kesên azadîxwaz, rêxistinên mafê mirovan û kesên xwedî îrade ve were şermezar kirin.

Em siyasetmedar, rewşenbîr, karker û aktivîstên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, biryara girtina her sê pêşeng û şoreşgerên Kurd weke biryareke dij mirovî, ne exlaqî û dijî hiqûqê dibînin û bi tundî şermezar dikin. Em carek din bang li hemû rêxistin û partiyên siyasî yên demokratîk û azadîxwaz dikin li dijî vê biryarê xwedî helwest bin.”