Serokê ACCP a Ganayî John Nana Yaw Okyere: Her wiha, ji bo ketina dewreyê ya di mijara tavilê serbest berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rica ji Sekreterê Giştî yê NY’yê dikin ku hemû erka xwe bikar bîne.
Kampanya navneteweyî ya bi daxwaza azadî û şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, her roja diçe rêxistinên nû tevlî kampanyê dibe. Rêxistina Yekîtiya Projeya Civakî ya Xuliqkar (Aliance Creative Communitey Projet) a Ganayî nameyek ji NY’yê re şand û tevlî kampanyayê bû.
ACCP a sala 2008’an li Ganayê hate avakirin, ji sala 2013’an û vir ve xwedî statûya Konseya Sosyal û Aborî (ECOSOC) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ye.
ACCP a di serî de li Gana û welatên Togo yên Rojavayê Efrîqayê projeyan birêve dibin, tevlî kampanya ‘Dem hatiye; Ji bo aştiyeke adil a li Tirkiyeyê ji Abdullah Ocalan re azadî’ hatiye destpêkirin, bû.
‘OCALAN LÎDER Û NÛNERÊ REWA YÊ GELÊ KURD E’
Serokê ACCP’ê John Nana Yaw Okyere li ser navê rêxistinê ji Sekreterê Giştî yê NY Antonîo Gûterres re nameyaek şand û ev got: “Lîderê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan zêdetirî 20 sal in di nava tecrîdekê de tê ragirtin. Birêz Ocalan ku ji aliyê bi milyonan Kurd ve weke nûnerekî rewa tê qebûlkirin, li dijî zextên dewleta Tirk weke lîderê berxwedanê tê qebûlkirin; di gotûbêjên çareseriyê de ku bi hikûmeta Tirkiye re ku salên 2013-2015’an hate kirin, rolekî navendî lîst. Bê gotin mûxatabekî bi bandor û rûmet ê aştiyê ye. Azadiya lîderê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd xwedî wateyeke jiyanî ye.
DIVÊ OHCHR TAVILÊ BÊ AKTÎVKIRIN
Ji bo aştî û aramiya li Tirkiye û herêmê, divê di çarçoveya Peymana Li Dijî Ceza yan jî Nêzîkatiya Biçûkxistin an jî Dermirovî, Stemkarên Din û Êşkencê ya NY’yê ku sala 1998’an ji aliyê Tirkiye ve hatiye îmzekirin û erêkirin, tavilê divê mercên girtîgeha Birêz Abdullah Ocalan lê ne li ber çavan re bê derbaskirin û nîqaşkirin, rica dikin ku Komîteya Li Dijî Êşenceyê ya OHCHR bê aktîvkirin.
Her wiha, ji bo ketina dewreyê ya di mijara tavilê serbest berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rica ji Sekreterê Giştî yê NY’yê dikin ku hemû erka xwe bikar bîne. Di vê nûqteyê de ji bo Desteya Giştî ya NY’yê hevdîtinên aştiyê hesan bike, vedixwînin ku bikeve nava hewldanan, Tirkiye jî berpirsyariyên xwe yên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de rêz bigire.”
XEBATÊN PIŞTEVANIYÊ DIKIN
STK ên endamê ECOSOC, di bin sêwana Desteya Giştî, Sekreteriya Giştî, Konseya Ewlekariyê, Dîwana Edale a Navneteweyî û Konseya Sosyal û Aborî ya NY’Yê (ECOSOC) a 5 organên esasî yên NY’yê ne, lobî û piştevaniyê pêk tînin.
Koma Xebatê ya Kurd a Başûrê Efrîkayê (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayan a Başûrê Efrîkayê (COSATU) 11’ê Çileyê bi daxuyaniyeke hevpar gotin dema wê ye û bi navê “Ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyeyê, azadî ji bo Abdullah Ocalan” dest bi kampanyayê kiribûn.
Herdu rêxistin bi rêya kampanyayê xwestin, ku ji bo pêkhatina aştiya li Tirkiyeyê, Neteweyên Yekbûyî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixe nava liv û tevgerê.
Ji 11’ê Îlon ku kampanya hate ragihandin û vir ve gelek rêxistinan tevlîbûna xwe ya ji bo kampanyayê ragihandin.

