Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer amadekariyên lidarxistin 2. konferensa xwe dike.

Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer wê di 9’ê Mijdarê de li Silêmaniyê 2. konferansa xwe li salona Otela Mem û Zîn lidar bixe û ji niha ve dest bi amakedariyên konferansê kiriye.

Endama Meclîsa Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Şinyar Kerîm têkildarî amadekariyên konferansê eşkere kir ku wê ji bo beşdarbûna konferansê li gel hejmarek jinên ciwan û rêxistin bicivîn.

Şinyar Kerîm daxwaz ji jinên ciwan, tevahiya jinan û pêkhateyan kir ku beşdarî konferansê bibin û wiha got: “Emê bi reng û çanda xwe beşdarî konferansê bibîn. Her wiha di konferansê de emê pirsgirêkên jinan guftûgo bikîn.”

Endama Meclîsa Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Şinyar Kerîm pirsa ‘çima hûnê di vê demê de konferansekî wiha lidar têxîn’ jî Şiniyar Kerîm wiha bersivand: “Di demekî wiha de armanc lidarxistina vê konferansê zêdebûna pirsgirêkên di nava civakê de û bi taybet jî şîdeta li ser jinên ciwane. Ji ber vê rêxistina me ev biryar girt. Ji bo em bikarin bi rêya guftûgoyê çareseriyê ji pirsgirêkên heyî re peyda bikin.”