Rêxisitnên Çepgir ên Elmanyayê çûn serdana Şiyar Xelil ê ku li Nurnbergê li 24 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye.
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Şiyar Xelîl ya li Mala Gel a Medyayê di roja 24’an de didome.
Rêveber û endamên rêxistinên çepgir ên di lîsteya Lînke ya Nurnbergê çûn serdana Şiyar Xelîl.
Rêxistinên çepgir peyamên piştvaniyê dan û diyar kirin ku ew êşen gelê Kurd dizanin û têkoşîna gelê Kurd ji nêz ve dişopînin.
Rêveber û endaman diyar kirin ku ew li gel çalakgerên greva birçîbûnê ne û ji bo avakirina raya giştî wê di nava çalakiyan de bin.