Zêdebûna zextên li Kurdên li Fransayê ji aliyê rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka û rêxistinên siyasî ve hate şermezarkirin.
Nûnerên saziyên li ber avahiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ku 9’ê Çileya 2013’an sê jinên Kurd ên şoreşger lê hatin qetilkirin li hev kom bûn.
Bi çalakiyê, zextên li dijî Kurdan hatin şermezarkirin ku piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves le Drian a li Tirkiyeyê zêde bûn.
Koordînatorê Partiya Çep û Parlamenterê France-Insoumise Eric Coquerel, bi navê Konseya Orgnaîzasyonên Ermenî li Fransayê (CCAF) dîrektorê rojnameya Les Nouvelles d’Arménie Ara Toranian, bi navê Partiya Çep (PG) Jean Christophe Selia, Berdevka Partiya Keskan (EELV) Sandra Rigol, Parlamenterê berê Sergio Coranado, Hevkoordînatora Partiya Çep a Fransayê Danielle Simonnet, Berdevkê Neteweyî yê Génération Pierre Serne, Berdevkê Nouveau Parti Anticapitaliste (NPA) Olivier Besancenot, Endama Rêveberiya Navendî ya Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) û Hilbijartiya Herêma Alp Maritime Cecile Dumas, Rayedarê l’Union Communiste Libertaire (UCL), Ji Konfederasyona Karkeran a Neteweyî (CNT) Julie C., Serokê SOS Racisme Dominique Sopo, ji Koordînasyona Navneteweyî ya Tamouls EELAM Thiru Thiruchchoti, ji rêxisxtinên Amazig Yasmina Oubazour, bi navê France-Kurdistan Laura Greaume, Berdevka Sendîkaya Lîseyiyan (FIDL) Sophia Ait Ouarabe û Berdevka Sendîkaya Xwendekarên Yekbûyî (UEC) û Berdevkê CDK-F’ê Agit Polat, Hevserokên CDK-F Lokman Kanar û Fevziye Erdemirci, hevserokê serdema beriya niya yê CDK-F’ê Vedat Bingol jî tevlî bûn. Bi navê Yekîtiya Demokratên Serbixwe (UDI) siyasetmedarê Fransayî Jean Christophe Lagarde jî peyameke piştevaniyê pêşkêş kir.
Polat di mîtîngê de axivî û bal kişand ser polîtîkayên zordar ên li dijî Kurdên li Fransayê. Polat bi bîr xis tku Çavûşoglû kêfxweşiya xwe ya ji ber zextên rayedarên Fransayê anî ziman û destnîşan kir, ku ew spasiya kolektîfa ji gelek rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û sendîkayan dikin ku bi vê mîtîngê piştevaniya xwe ya ji bo Kurdan nîşan dane.
Qisekerê bi navê kolektîfê axivî diyar kir, dostaniya navbera gelan nabe ku pêşkêşî çend peymanên bazirganiyê bê kirin.
Qisekeran bang li rayedarên Fransayê kirin ku dest ji lêpirsînên li dijî aktîvîstên Kurd berdin û PKK’ê jî weke yek ji aktorên siyasî yên pêşeng ên Rojhilata Navîn bi rengekî rewa nas bike.
Kolektîfê diyar kir ku ew ji hikumeta Fransayê li benda daxuyaniyeke der barê mijarê ye û mîtîng bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.