Rêxistinên hiqûqê yên mîna Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Stenbolê, Piştevaniya Parêzeran, Hiqûqnasên Ji bo Demokrasiyê, Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê (TOHAV) û Parêzerên Demokrat ên Azadîxwaz, têkildarî êrişên dewleta tirk di 4’ê cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane destpêkirin daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Rêxistinan destnîşan kir ku êrişa li dijî sivîlan, avahî û mal û milk “sûcê şer e”.
Hat diyarkirin ku êrişa li dijî qadên sivîl rewşeke bi fikar e û hate destnîşan kirin ku di serî de jin û zarok binpêkirina mafên bingehîn ên gel nayê qebûlkirin.
Hate gotin:
“Em weke saziyên hiqûqê bang li Tirkiyeyê dikin ku li gorî peymanên navnetewî ku alîgirên wan e tevbigere, dawî li êrişan bîne û pirsgirêka kurd a bûye pirsgirêkeke navnetewî bi mûxatabên wan re di çarçoveya aştiyê de çareser bikin.”