Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagiker ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, 8 rêxistinên jinan nameyeke hevbeş ji Sekreteyê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) António Guterres û saziyên NY’ê re şandin.
Nameya hevbeş, bi pêşengiya Kongra Star, bi riya elektironîk ji Sekreteyê Giştî yê NY António Guterres û 4 saziyên din ên NY’ê re hate şandin.
Saziyên ku name jê re hatiye şandin ev in:
Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan
Komîteya Mafê Mirovan,
Lijneya Giştî
Konseya Ewlekariyê.
Di nameya bi zimanê Ingilîzî û Erebî de hat xwestin ku saziyên navborî berpirsyariya xwe bi cih bînin û dawî li êrîşên Tirkiyê yên li dijî hiquqa navnetewî bînin.
Rêxistinên jinan ên nameya hevbeş şandin in:
Kongra Star
Meclîsa Jinên Bakûr û Rojhilatê Suriyê,
Meclîsa Jinên Suriyê,
Yekitiya Jinên Ezidî a Rojava,
Yekitiya Jinên Armen,
Yekitiya Jinên Suriyan,
Kombûna Jinên Zenobiya,
Navenda Lekolîn û Parastina Mafê Jin