Bi rêya nexşeyekê xebateke ku ji hêla Zanîngeha Federal a Flûmînnense û Zanîngeha Sao Paulo qada herêma ku li Rîoyê ji hêla komên krîmînal ve tê kontrolkirin xuya dike.
Qeçaxçiyên madeyên hişbirê hema hema serwerî 16 ji 100’yî yê bajêr û derdorê ne, komên milîs ên ku ji qewetên berê yên dewletê 57 ji 100’î yê bajêr kontrol dikin.
Li gorî taxa milîs ji 161 taxên Rîoyê li 41’an jê xurt in.
Milîs weke mafyayeke têne nasandin ku ji polîsên berê û personelên leşkerî pêk Tên û bi qeçaxçiyên madeyên hişbir ên herêmê re tim bi şerekî giran ên serweriyê ne.
Dema ku serwerî taxekê dibin, bi îdîaya ku li şêniyên taxê ji qeçaxçiyên madeyên hişbir biparêzin xizmetên telefon, înternet û gihandinê bi pereyan dibin.
Lêkolan ji bo ku nexşeyê hazir bikin têkilî hebûna komên sûc ku 2019’an hatine hilberandin rapora ji 30 hezarî zêdetir welatî analîz kir.
Serokdewlet Jaîr Bolsonar ku 30 salî li eyaleta Rîoyê wekîlktî kriî tim destek da milîsand.
Li gorî lêkolan ji dema ku Bolsonar bûyî serokdewlet milîs tim xurt bûne.