Nivîskar Asfa-Wossen Asserate bal kişand ser koçberiya gengaz a ji Efrîkayê ber bi Ewropayê ve û destnîşan kir ku welatên Ewropayê divê dest ji piştevaniya dîktatoran berdin û ‘ji bo rizgarkirina xwe’ piştgiriyeke xurt bidin pêşveçûna Efrîkayê.
Nivîskar Asserate çend roj berê li kovara Focûsê weke nivîskarê mêvan nivîsî û nêrînên xwe yên li ser koça ber bi Ewropayê ve vegot. Asserate bi pirtûkeke xwe ya sala 2018’an hate weşandin tê naskirin. Pirtûk bi navê “Koça qewmên nû: Yên dixwazin Ewropayê rizgar bikin divê Efrîkayê rizgar bikin” hate weşandin. Nivîskar balê dikişîne ser sedemên koça ji welatên Efrîkayê.
Asfa-Wossen Asserate di nivîsa xwe de ya li Focûsê jî işaretê bi koça gengaz dike ku salên bê ji Efrîkayê were kirin û destnîşan dike ku nakokiyên li siyaseta derve ya Ewropayê dibe sedema koça ji Efrîkayê.
Asserate koça zêdeyî milyonek Sûriyeyiyan a sala 2015’an ber bi Ewropayê ve bi bîr xist, ku piştî dewleta Tirk sînor vekir hingî koçberiyê dest pê kir. Asserate bi taybetî helwesta Elmanyayê ya wê demê bi bîr xist ku bi zexta raya giştî hikumetê penaber vehewand û got, “Lê belê ev coş di demeke kurt de bi dawî bû. Zêdekirina ewlehiya sînorê derve bû rûyê nû yê Ewropayê.”
‘KOÇA QEWMAN A JI EFRÎKAYÊ HÎN DEST PÊ NEKIRIYE’
Asfa-Wossen Asserate diyar kir ku hejmara penaberên ji sala 2015’an ve koçî welatên Yekîtiya Ewropayê dikin sal bi sal kêm dibe, lê li tevahiya cîhanê hejmara penaberan zêde dibe.
Li gorî Assreate , hejmara penaberên Efrîkayê yên digihêjin Ewropayê her çiqas kêm jî be, hejmara Efrîkayiyên ku paşeroja xwe li Ewropayê dibînin, zêde ye. Asserate bal kişand ser koçeke gengaz a ji Efrîkayê ya ber bi Ewropayê ve û got, “Ez bê bawer im ku ‘koça qewm’an a ji Efrîkayê ber bi Ewropayê ve hîn dest pê nekiriye. Yanî dibe ku dema bê ji bilî welatên Ereb, ji welatên Efrîkayê jî koçeke mezin ber bi Ewropayê ve dest pê bike.”
‘KES JI KÊFÊ WELATÊ XWE NATERIKÎNE’
Nivîskar Assreate ragihand ku li Lîbyayê ku ji ber şerê navxweyî li ber belav bûnê ye, bi dehan hezar koçberên Efrîkayî di nava şert û mercên koletiyê de xwedî xeyala çûyîna Ewropayê ye û destnîşan kir, ku kes ‘ji kêfê’ jiyana xwe naxe nava metirsiyê.
Nivîskar Asserate destnîşan kir ku sedema herî ji rêzê ya koça ji Efrîkayê, fikara li ser hebûnê ye û got, “Welatê xwe diterikînin, ji ber ku êdî nikarin li wir bijîn, yan jî tirsa şopandinê bi wan re heye ku nikarin bi rengekî azad tevbigerin. Her tiştî li pey xwe dihêlin û bi rê dikevin. Ji ber vê yekê jî ti rîsk ji bo wan mezintir nîne.”
‘DIVÊ EWROPA POLÎTÎKAYA XWE YA LI SER EFRÎKAYÊ BIGUHERÎNE’
Nivîskar Asfa-Wossen Asserate destnîşan kir, ku mîna di pirtûka xwe de vegot, Ewropa ji bo karibe xwe rizgar bike divê ji Efrîkayê re bibe alîkar û got, “Bi dîtina min tenê şensek heye: ji bo koça mezin rû nede, divê em şert û mercên jiyanê yên mirovên li Efrîkayê sererast bikin. Efrîkayî dema ku paşeroja xwe li welatê xwe dîtin hingî wê lê bimînin.”
Asserate anî ziman ku bi dewriyeyên li deryayê, bi têlan an jî lêkirina dîwaran pêşî li koçberiya ji Efrîkayê nayê girtin û destnîşan kir ku yekane alternatîf ew e ku Ewropa polîtîkaya xwe ya li ser Efrîkayê bi temamî biguherîne.