Bi hezaran ji şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçber bi armanca şermezarkirina kiryarên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê û piştgiriya Efrînê xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandan li Qada Şehîd Xebat Dêrik a navçeya Girkê legê hate lidarxistin. Di xwepêşandanê de dirûşmên “Efrîn em heta dawiyê bi te re ne” hatin berzkirin. Her wiha pankartên bi nivîsa “Rizgarkirina Efrîn û rizgarkirina Sûriyeyê ji dagirkeriya Tirkiyeyê erka me ye”, “Na ji guherandina demografyaya Efrînê re” hatin hildan.

Xwepêşandan li kolana giştî veguherî mitîngê. Mitîng bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê hevserokê Meclisa Navçeya Girê Legê Mihemed Cemîl axivî û destnîşan kir ku azadiya gelan û pêkanîna pîvanên neteweya demokratîk yek ji pîvanên sereke yên gelê herêmê ye, ji ber wê her kes li Bakurê Sûriyeyê ji bo rizgarkirina Efrînê çalakiyan li dijî dagirkeran li dar dixin û ev yek jî erkek e, ji ber ku armanca dewletên desthilatdar guhertina demografyaya Sûriyeyê ye û bi rêya komên xwe yên çete xaka wê dagir bikin û civakê ji hev bixin.

Ji aliyê xwe ve endamê Akademiya Civaka Demokratîk a navçeya Çilaxa Umer Hebûn got rizgarkirina Efrînê erka hemû gelên Sûriyeyê ye, ji ber ku dijmin û bi taybet Tirkiye dixwazin demografyaya herêmê biguherin û tevliheviyê di navbera gelan de çêkin. Her wiha Umer Hebûn bêdengiya navdewletî der barê komkujiyên dagirkeran de li dijî gelê Efrînê şermezar kir.

Her wiha ji rêvebrên Kongreya Star Zelfe Bedro destnîşan kir ku gelê Bakurê Sûriyeyê piştî ku pîvanên neteweya demokratîk pêk hatin, wateya azadiyê baş nas kir û wiha pê de çû: “Em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin da ku em ji dagirkeriya Tirkiyeyê rizgar bibin û rêberê neteweya demokratîk Abdullah Ocalan ji girtîgehê serbest berdin. Ji ber ku rêber Ocalan çavkaniya fikrê azadiyê ji bo gelan e.”

Mitîng bi dirûşmên silavkirina biratiya gelan û berxwedana Efrînê bi dawî bû.