Meşa Dirêj ku bi dirûşma “Ji bo azadiya Rêber Apo bi hev re serhildan” bi pêşengiya aktîvîstên TCŞ û TEKO-JIN’ê tê lidarxistin, 5 roj li pey xwe hişt.

Meşa Dirêj zêdeyî 20 sal in ji aliyê ciwanên Kurd ên li Ewropayê ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin. Roja 5’an a meşa îsal di navbera bajarên Lunebûrg-Wînzen Lûheyê de pêk hat.

Ciwanan serê sibehê ji Lunebûrgê dest bi meşa xwe kirin û piştî ku di gelek bajar, bajarok û gundan re derbas bûn gihîştin Wînzen Lûheyê.

Ciwan piştre ji Wînzen Lûheyê vegeriyan Lunebûrgê û bi rêxistinên antîfaşîst û femînîst ên li bajêr re meşek li dar xistin.

Di vê meşê de ku ciwanên Elman, Fransayî, Îngiliz, Spanî û ji gelek neteweyên cuda amade bûn, pêngava ‘Bi hev re serhildan’ derkete pêş.

Ciwanên Antîfaşîst û Yekîtiya 8’ê Adarê ya Femînîst bi pankartên xwe tevlî çalakiyê bûn.

Di meşê de bi zimanên Kurdî û Elmanî li dijî faşîzmê dirûşmên serhildanê hatin qîrîn.

Her wiha bi dirûşman piştgirî ji berxwedana Cenga Heftanînê re hate dayin û desteka leşkerî û siyasî ya dewleta Elman a ji bo dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin.

Meşê heta saet 19:00 bi qîrîna dirûşman û gotina sirûdan dewam kir, piştre li qada kampê bi dawî bû. Ciwanan piştre li fîlm temaşe kirin.

Roja 6’an a Meşa Dirêj wê di navbera Wînsen Lûhe-Harbûrgê de pêk were.