Li berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê pirsgirêkên tenduristiyê yên mayinde rû didin. Doktor hem dixwazin ji bo çareserkirina pirsgirêkê gav werin avêtin, hem jî hurmet ji ıradeya çalakgeran re bê nîşandan.
Dr. Fahrettîn Gulşen li ser rewşa tenduristiyê ya 14 berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê agahî da.
Dr. Gulşen diyar kir ku wan tenduristiya çalakgeran kontrol kir û tespît kirine ku li gorî hefteya bihurî gelekî kîlo l ixwe kêm kirine. Dr. Gulşen anî ziman, ku masûlkeyên çalakgeran dihelin û ev jî rê li ber krampan vedike û kramp jî tehdeyê li organên hundirîn dike.
Dr. Gulşen ragihand, krampên li mîde û roviyan, her wiha bêrêkûpêkiya lêdana dil, çend ji van rîskan e û got, “Helîna masûlkeyan, yanî têkçûna li masûlkeyan dibe ku dema pêş ji bo çalakgeran rê li ber rewşeke bi rîsk veke. Gotina vê yekê li me zor jî be, em neçar in ku niha vê bêjin.”
HINEK ÇALAKGERAN GELEKÎ LI XWE KÊM KIRINE
Di dewama axaftina xwe de Dr. Fahrettîn Gulşen diyar kir, çalakgerên ku hefteya bihurî rewşa wan a tenduristiyê giran bûn, ji ber ku tedawî qebûl nekirin rewşa wan cidî ye û got, “Me tespît kir ku ji çalakgeran Nîmet Sevîm vê hefteyekê gelek kîlo li xwe kêm kiriye. Ekrem Yapici jî vê hefteyê gelek kîlo li xwe kêm kiriye. Rewşa çalakgerên din jî bi vî rengî ye.”
Li ser rewşa dawî ya tenduristiya çalakgeran Dr. Gulşen got, “Tansiyona wan kêm e, mehdê wan dixele, ber çavê wan reş dibe, li pêşberî deng, bêhn û ronahiyê hesas bûne, nikarin razên, çermê wan diweşe û tevî vê yekê çermê wan werimiye.”
WÊ XISARÊN MAYINDE LI ÇALAKGERAN BIBE
Dr. Gulşen anî ziman ku ji niha ve xisarên mayinde li çalakgeran rû dane û got, “Çalakî îro bi rengekî serketî biqede jî, çalakger wê ji niha û pê ve bi pirsgirêkên norolojîk bijîn. Pirsgirêkên bi sîstema sinir ve girêdayî ne. Mixabin hin ji van wê mayinde bin. Dibe ku pirsgirêkên tansiyona bilind û nizm wê timî bi wan re hebin. Êşa li movik û masûlkeyên wan wê bidome. Her wiha rîska helandina hestî û îltihaba li roviyan wê timî rû bidin.”
Dr. Fahrettîn Gulşen ragihand ku bi Kardo Bokanî re pirsgirêka çav rû daye û bi çend dereceyan çavê wî baş nabîne.
XWEST KU HURMET JI ÎRADEYA ÇALAKGERAN RE BÊ NÎŞANDAN
Dr. Fahrettîn Gulşen diyar kir, wan bang li Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) kirine ku rewşa tenduristiyê ya çalakgerên greva birçîbûnê li cih bişopînin, lêkolîn bikin û got, “Mixabin heta niha ti sazî nehatiye.”
Dr. Gulşen diyar kir, çalakgerên ku dema radikin nexweşxaneyê hurmet ji îradeya wan re nayê nîşandan û got, “Mesela hefteya derbasbûyî, ji ber giranbûna pirsgirêkên tenduristiyê yên Kerem Solhan me bang li saziyeke tenduristiyê kiribûn. Saziyê zext li çalakger kiribû ji bo wî tedawî bike. Ji çalakgeran re gotibûn, ‘Em ê we bibin nexweşxaneyê, lê bi şertekî. Tedawiyê qebûl bikin’.”
Dr. Gulşen helwesta rêxistinên tenduristiyê yên navneteweyî jî rexne kir û got, “Normal, saziyên tenduristiyê diviyabû li pêşberî vê rewşê qiyamet rakiribûna. Li şûna ku tenduristiya mirovan bidin pêş û rabin ser piyan, ketin nava helwesteke siyasî.”