Meşa Dirêj a ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst, ku li bajarê Hannover ê Elmanyayê dest pê kir, 4 roj li pey xwe hişt.
Meşa Dirêj li bajarê Hannover ê Elmanyayê dest pê kir û ber bi bajarê Hambûrgê ve dewam dike. Meş bi pêşengiya aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û TÊKO-JIN ve li gel ciwanên enternasyonalîst pêk tê.
Di roja çaremîn a meşê de jin ên ciwan bi her zimanî stranên şoreşgerî gotin û ji bo jinên hatine kuştin bi bîr bînin, navê wan û cihê ku lê hatin kuştin anons kirin.
Roja çaremîn a meşa ciwanan danê êvarê li bajarê Lunebûrgê bi gerandina govendê bi dawî bû.
Di dawiya meşê de li ser zayendîperestiya civakî semînerek hate lidarxistin û piştre ciwan li kampan bi cih bûn.



